ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê pêşnumaya tezkereyê ya nû ya ku Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu pêşkêş kir de got: "Kenê mirov bi pêşnumaya wî ku ya pêşkêş kir tê. Tezkereyeke nû û tenê li ser Kobanê... Lê sibê roj DÎŞI êrîşî Helebê bike an êrîşî bajarek û navçeyeke din bike em ê ji bo her bajar û navçeyê tezkereyeke nû û cuda derbixin? Xeletiya mezin a ku hefteyek berê kir niha ferq dike û wekî her gav dixwaze ser bigre."
Davutoglu çû serdana Midûrê Ewlehiyê yê Bîngolê Atalay Urker yê ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nimûneyê ya Ankarayê tê tedawîkirin.
Serokwezîr Davutoglu, piştî serdana Midûrê Ewlehiyê yê Bîngolê Atalay Urker daxuyanî da û got: "Rewşa birêz Atalay niha gelekî baş e. Me ji bijîşkan der barê rewşa wî de agahî sitand, niha hişê wî di cih de ye û tê tedawîkirin. Bijîşkan got ku hewcedarî bi tedawiyeke berfireh tuneye. Ji bo ku mudaxaleya ewil serkeftî bû û niha tenê cihê bûyerê tê paqijkirin û tedawîkirin."
- Pêşnumaya nû ya Kiliçdaroglu
Davutoglu li ser pirsa der barê pêşnumaya tezkereyê ya nû ya ku Kiliçdaroglu pêşkêş kir de wiha got:
"Bi rastî pêkan nîne ku mirov Kiliçdaroglu fêm bike. Duh daxuyanî da û di daxuyaniyê de ji aliyekî ve digot aramî ji aliyê din ve jî hikûmeta me sûcdar dikir û teza xwe ya li ser Tirkiyeyê ya ku Tirkiye alîkariyê dide DÎŞIyê diparast. Bi eşkereyî dibêjim ev ya ku Kiliçdaroglu dike bêberpirsiyarî ye. Tu kes nikare teza li ser Tirkiyeyê ya ku dibêjin alîkariyê dide DÎŞIyê îsbat bike."
- Em bi şev û bi roj raneketin
Davutoglu got ev roj rojên dijwar in, em ji ezmûnan re derbas dibin û wiha dewam kir:
"Kenê mirov bi pêşnumaya wî ku ya pêşkêş kir tê. Tezkereyeke nû û tenê li ser Kobanê... Lê sibê roj DÎŞI êrîşî Helebê bike an êrîşî bajarek û navçeyeke din bike em ê ji bo her bajar û navçeyê tezkereyeke nû û cuda derbixin? Xeletiya mezin a ku hefteyek berê kir niha ferq dike û wekî her gav dixwaze ser bigre. Tirkiye, ez bangî te dikim, cardin bi eşkereyî dibêjim, naxêr deng naçe guhê Kiliçdaroglu lê dîsa jî dibêjim Tirkiye qasî ku li dijî DÎŞIyê ye bi wî qasî li dijî Esed e jî. Heke di destê Kiliçdaroglu de belgeyek heye û Kiliçdaroglu xebatkarek dewletê yê berpirsiyar be, fermo bila derkeve meydanê û bila bibêje 'Ev wezîfedarê komara Tirkiyeyê bi vî qasî alîkarî da DÎŞIyê.' Lê heke nikare vê îsbat bike bila huş be û di vê serdema krîtîk de dengê xwe dernexe."
Davutoglu got ev tevgerana qet li serokê partiya sereke ya muxalefetê nayê û wiha dewam kir: "Her wiha geşedan û pêşveçûnan jî teqîb nake û mewzûata Tirkiyeyê jî nizane. Pêşnumeyeke nû anî pêşkêş kir, çi ye ev bila alîkariyê bidin welatiyên me yên ku di encama bûyeran de xisar dîtin. Jixwe me ev pêvajo daye destpêkirin. Ma haya Kiliçdaroglu jê tune ku fona alîkariyê ya Serokwezîriyê heye. Ev agahdarî ji bo te Kiliçdaroglu... Herhal şêwirmendên li bal jî pê nizanin."
Serokwezîr Davutoglu got: "Bila Kiliçdaroglu baş pê zanibe ku pêdiviya me bi aqilê wî tuneye. Bila huş be û neçe şikyatê welatê xwe ji civaka navneteweyî re neke. Bila argumanan nede destê provokatoran û tenê huş be. Pêdiviya me ne bi aqilê wî ne jî bi fikrên wî heye."
Davutoglu got hêza welêt a ji bo alîkariyê heye û ji bo alîkarîdayînê dest bi xebatan kir û destnîşan kir ku li Wan, Ercîş, Kûrtalan, Patnosê him xebatên envanter him jî yên vesazkirinê dest pê kirin.
Ji bilî Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar, Midûrê Ewlehiyê yê bajêr Kadrî Kartal jî çûn serdana Urker.
Xanima Davutoglu Sareyê jî digel wî hat serdana Urker.