Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç di axaftina xwe ya di ziyareta Waliyê Mêrdînê Omer Farûk Koçak de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 13-14 sal in koalîsyon tunene û wiha dewam kir: "Koalîsyonên ku berê pêk hatin jî serkeftî nebûn. Di axaftinên xwe yên beriya hilbijartinê de jî ez li ser gîrîngiya hikûmeta yek partiyekî sekinîm."
Arinç bal kişand ku hikûmet bi soz û wadên pûç û vala yên ku li meydanan tên dayîn ve pêk nayê.
Arinç pêşgotina, "Tac aqilê zêrîn e, li serê her kesî nîne/Tac aqil jî dide serî" da bibîrxistin û wiha xeberda: "Ji bo avakirina hikûmeta koalîsyonê madem hûn hemû xwedî derfetên wekhev in, nexwe divê em bi aqil û ramana rasyonel va li ser miştereka rastiyên Tirkiyeyê werin bal hev. Ez bawer im ku dê vê xweragiriyê nîşan bidin. Neyariyên şexsî, kîn û nefret û tatêla raystendinê êdî li para ma. Aniha êdî dem dema aqil, îdraq û wijdanê ye."