ÎSTANBUL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî bernameya televizyonekê bû û mijarên di rojevê de nirxand.
Davutoglu der heqê hilbijartina serokê meclisê de diyar kir ku ew serfirazî bi piştgiriya partiyên din ve pêk nehat û wiha pê de çû: "Piştgiriyeke wiha jî tuneye. Herkes li ser rêya xwe meşiya. Me yek bi yek li hewl û tevgerên muxatabên xwe yên siyasî nihêrt û 'helwesta herî rast' jî li gor wê eşkere kir."
Serokwezîr destnîşan kir namzedê ku wan ji bo serokatiya meclisê diyar kir û hat hilbijartin bi tu awayî nakin mijara bazarê û wiha pê de çû: "MHPê ji bo xwe namzed eşkere kir. MHPê piştgirî neda me. MHP li ser rê û rêça xwe meşiya û em jî li ser ya xwe. Bila tu kes kêmasiya xwe bi hewl û tevgerên partiyên din ve girênede."
Davutoglu ragihand ku rayeya ku milet daye AK Partiyê li holê ye û ji bo avakirina hikûmetê ya ji destê wan bê wê bikin û di heman demê de li ser hemû îhtimalên din jî disekinin.
Di nav nirxandinên xwe de Davutoglu bangî HDPê jî kir û got: "Madem hûn bi ser ketin derkevin bi dengekî bilind bibêjin 'Em êdî li ser vê axê çekan naxwazin û li dijî terorê ne' Ez niha bangî wan xwîşk û birayên xwe yên ku ji bo aştiyê rayên xwe dan HDPê dikim. Hûn di vê meseleyê de zorê bidin rêvebirên HDPê û heqê xwe bixwazin. Bila derkevin û diyar bikin ku li dijî terorê ne. Bi heman awayî heke kî dixwaze di nav elewî û suniyan de şer derbikeve û meseleyê aloz bikin, em hemû bi hevdu re li dijî wê jî derbikevin."