ANKARA (AA) - Serokomarê TBMMê Cemîl Çîçek got ku "Li Tirkiyeyê guhdarkirinên dereqanûnî her dem tên rojeva welêt. Em divê qebûl bikin ku ev kar kareke dereqanûnî ye, di heman demê de jî karekî bêexlaqî ye."
Çîçek piştî vebûna merasima "Bîrdariya Şehîdên Hocaliyê" bersiva pirsên rojnamevanan yên der barê rojevê de dan.
Hat bibîrxistin ku CHP der barê birîna weşanên Meclis TVyê de gilîdar bû. Çîçek li ser vê yekê got ku "Min ew got. Mixabin ev demek e ku li Tirkiyeyê guhdarkirinên dereqanûnî her dem tên rojeva welêt. Em divê qebûl bikin ku ev kar kareke dereqanûnî ye, di heman demê de jî karekî bêexlaqî ye. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê rewşeke wisa çêbû ku li ser vê yekê siyaset tê kirin."
Çîçek bi bîr xist ku Serdozgeriya komarê ya Ankarayê der barê vê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin û diyar kir ku ev mijar jî êdî ket darazê.
-"Divê hesaba vê yekê di çarçoveya hiqûqê de bê pirsîn"
Çîçek got, ez hêvî dikim ku daraz ji bo ku dawî li vê yekê bîne çi ji destê wê bê bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Hûn jî diazanin ku em heta sibê dixebitin da ku li vî welatî asayîşa kamûyê bê bidestxistin, bi baweriya ku hiqûq serdest bibe qanûnan derdixînin. Heke yek rabe û li gor kêfa dilê xwe tev li jiyana taybet ya kesan bibe, her cure bêexlaqiyê bike, ew çax ev qanûn çima derdikevin? Li vî welatî dê asayîşa kamûyê çawa bê bidestxistin? Divê bi awayekî hesabê vê yekê di çarçoveya hiqûqê de bê pirsîn. Divê ev yek helwesta me ya hevpar be. Em dikarin hem ji bo îro hem jî ji bo tiştên ku rabirdûyê de biqewimîn heman tiştî bibînin."
Çîçek diyar kir ku di çarçoveya protokola ku bi TRTê re îmze kirin de, di navbera saet 3 û 7an de weşan tê kirin. Meclis TV komcivînan tenê dide, nav meclisê nade derveyî meclisê.
-"Divê li rêgezên weşanê yên RTUKê binêrin"
Çîçek got ku "Mijara ku hat birîn, mijareke dereqanûnî ye" û destnîşan kir ku ji bo wê û bûyerên wek wê divê li firqeyên madeya 8emîn a rêgezên weşanê yên RTUKê binêrin.
Çîçek got ku duh der barê vê yekê de ji RTUKê yên hewce dikin xwestin û da zanîn ku bi qasî klasorekê biryarên mînak hene.
- "Helwesteke me ya ji bo birîna axaftina tu kesî tuneye"
Çîçek bi bîr xist ku biryarên Qanûna Cezayê yên der barê veşartîbûna ragihandinê û îxlala ragihandinê hene û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev mijar bi fikra ku dê bibe sûc cara ewilîn derdikeve pêşberî me. Em ji aliyê hiqûqî ve li serê lêkolînan dikin. Divê ev mijar ji vî aliyî ve bê nirxandin. Heke ew nebe karê me nîne ku em axaftina Serokê partiyeke siyasî bibirin. Em li hember nêrînên her kesî rêz digirin. Ji aliyê dine ve jî heke em van rêgezên weşanê binpê bikin, ev dê bê wê wateyê ku ew kesên ku qanûnan derdixînin qanûnan bin pê dikin. Em hewl didin ku wê hesasiyetê nîşan bidin. Yek jî li vir ev qas qenal hene û pirsan ji min dikin. Dema ew beşa axaftinê tê ji bilî du qenalan tu qenalê nedaye. Çima nedan ew çax? Beşên din hatine dayîn lê dema ku ew beş hatiye, weşan birîne. Nexwe li wir tiştekî bi xetere heye. Nexwe em gotina tu kesî nabirin."
-"Îdiaya guhdarkirina telefonan a 'rêxistina parelel'
Serdozgerê komarê yê Stenbolê daxuyaniyek da û got ku 2 hezar û 280 kes an rasterast an jî bi rêyên din tên guhdarkirin. Çîçek li ser pirsên der barê vê yekê de got ku "Heke dozger dibêje nexwe li gor agahiyên di dosyeyê de dibêje. Bi qasî ku ez dizanim LBDDê der barê wê de lêkolîn û lêpirsînek da destpêkirin. Li gor min heta ev yek bi encam nebe daxuyanî dayîn rast nîne. Lê heke dozger eşkere kiribe nexwe rastiya vê yekê jî heye."
Ji Çîçek ji kar dûrxistinên TUBÎTAKê pirsîn, Çîçek li ser vê yekê got ku pirsa der barê vê yekê de ji wezîrê eleqedar bipirsin.