Dîzayî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji nefta ku me sewqî Tirkiyeyê kiriye heta niha dilopek jî nehatiye firotin. Der barê vê mijarê de biryarek jî nehatiye dayin. Heke em bi hikûmeta Bexdayê re bi hev bikin dê bê firotin. Firotina neftê girêdayî lihevkirinê ye."
Berdevkê HKIyê Dîzayî bi bîr xist ku 10 roj berê li Bexdayê di nav lijneyan de civîn hatiye kirin û got: "Di vê civînê de me pêşniyarên çareseriyê yên der barê mijarê de pêşkêş kir. Niha pêşniyar tên nirxandin. Em li hêviyê ne ku hikûmeta Bexdayê bersiveke nivîskî bide me. Em hêvî dikin ku ev bersiveke erênî be. Lewra em pê dizanin ku pêşnumaya budça Iraqê ya 2014an di meclisê de ye û hê nehatiye qebûlkirin. Bi alîkariya vê peymanê dê pêşnuma jî di meclisê de bê qebûlkirin."
Dîzayî der barê nedayina mehaneyên karmendên li Herêma Kurdistanê de jî axivî û wiha got: "Mixabin hikûmeta navendî ya Iraqê mehaneya karmendên me jî neda. Ev helwesteke li dijî Zagona Bingehîn e, ev polîtîka nayê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku Bexda dev ji vê helwestê berde û tevgera xwe biguhirîne."
Di meha sibatê de mehaniya hin karmendan nehat dayîn, Dîzayî li ser vê mijarê jî sekinî û destnîşan kir ku ji meha pêşiya me pê de dê dest bi dayina mehaneya karmendan bikin.