17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
ÎSLAMABAD
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Parlamentoya Pakistanê rûniştina hevpar a Senato û Meclisa Navneteweyî de axivî.
Erdogan behsa têkiliyên Pakistan û Tirkiyeyê ya dîrokî kir û wiha axivî: "Emê înşallah vê rihê biratî û hevkariyê bi hev re li hemû cihanê belav bikin."
Serokomar Erdogan got ku di hewldana terorê ya FETOyê de Pakistanê piştgirî da Tirkiyeyê ku ew ji ber vê tevgerê kêfxweş bû û wiha dewam kir: "Ez li ser navê xwe û gelê xwe spasiya we dikim. Pakistan di hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de ji ber tevgera xwe ya li dijî derbeyê di Şerê Rizgariyê ya Duyem de jî nîşan da ku ew li cem gelê tirk e. Xwedê ji we razî be, hevkariya me heta hetayî biparêze."
"Misilman divê di heman mijarê da cara duduyan neyê xapandin"
Erdogan got ku rêxistinên terorê yên wekî DAEŞ û El Qaîdeyê ji bo şeran diemilinîn û wiha axivî:
"Niha em li dijî DAEŞa rêxistina terorê têkoşîneke mezin didin. Em vê têkoşînê hem li hundirê welet, hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê didin û em ê bi biryar jî dewam bikin. Çimkî tu eleqeya van rêxistinan û dînê îslamê tuneye. Zirara ev didin Îslamê kes nade."
Serokomar wiha peyivî:
"Ez bawer im, misilman divê di heman mijarê da cara duduyan neyê xapandin. Ev birr û komên kujer ên ku ji xeynî kuştina misilmanan xwedan şiyaneke din nînin, divê em di kurttirîn demê da ji alema îslamê û hemû dinyayê bavêjin û biqelînin. Nexwe ne Tirkiye, ne Pakistan, ne cihana îslamê û ne jî mirovahî dê hizûrê nebîne."
"Dixwazin ji xwe ra zemînekê peyda bikin"
Serokomar Erdogan diyar kir ku rêxistinên terorê ferq û cudahiya di nava misilmanan da gurr dikin û dixwazin ji xwe ra zemînekê peyda bikin û wiha pê da çû, "Ji bo ku misilman ji vê halê zelîl bên rizgarkirin, ji mezhebparêziyê heya cudaxwaziya nijadî ya ku di nava misilmanan da heye, divê em hemû wesîleyên îstismarê ji holê rakin."