17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
ADANA
Li Edeneyê bi îdiaya ku Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş di axaftina xwe ya 2011an da "propagandaya rêxistina terorê kir" hat darizandin û heta 5 salan cezayê hebsê jê ra tê xwestin. Danişîna ewil a dozê hat kirin.
Li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran danişîn hat kirin û ji bo parastina Demirtaş gelek parêzer beşdar bûn.
Ji bo ku parastina Demirtaş were hildan, ji Girtîgeha F Tîpiyê ya Edirneyê hat xwestin ku bi rêya Pergala Înformatîk a Deng û Dîmenê (SEGBÎS) girêdan çêbibe û ji bo vê jî karmend hat xwestin ku bersûc amade bike. Berpirsiyar got ku teblîxa pêwîst ji Demîrtaşê ku dê bi rêya SEGBISê beşdarî danişînê nebe ra hat kirin û îzahat û parastina pêwîst parêzerê bikin.
Li ser vê serokê dadgehê mafê axaftinê da Vedat Ozkanê parêzerê Demîrtaş û Ozkan jî diyar kir ku wî bi muwekîlê xwe ra hevdîtin kir û ewê li gorî îradeya muwekîlê xwe xeberde.
Paşê ji bo ku îdianame ji Demîrtaş ra were teblîxkirin û parastin were kirin, danişîn taloqê 10ê rêbendanê kirin.