Muhammet Kurşun
10 Hezîran 2017•Rojanekirin: 11 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu der barê krîza li Kendavê de diyar kir ku dê Tirkiye xebatên xwe yên ji bo çareseriyê bidomîne û got: "Birêz Serkomarê me anî ziman ku divê mesele berî xelasiya remezanê çareser bibe."
Çavuşoglu, piştî pêşwaziya Serkomar Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Hûber a Tarabyayê digel Wezîrê Derveyî yê Behreynê Şêx Xalid bîn Ehmed El Xelîfe civîna çapemeniyê li dar xist.
Çavuşoglu, anî ziman ku di civînê de mijara Qeterê nirxandine.
Çavuşoglu got ji bo pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa biratiyê de çareser bibe dixebitin û wiha nirxandin kir:
"Birêz Serkomarê me ji bo vê meseleyê xemgîn e. Bi taybetî destnîşan kir ku divê ev mijara li dijî bawerî, urf û adetê me ye û cihê xemgîniyê ye berî remezanê çareser bibe. Emê wek Tirkiyê ji bo ev mijar bi awayekî erênî çareser bibe xebatên xwe bidomînin. Lewra em îstiqrara Kendavê wek a xwe dibînin. Em tehdîdên li dijî Kendavê wek li dijî xwe dibînin."