11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
ANKARA
Parlamenterê Şanliurfayê yê HDPyê Îbrahîm Ayhan got ku tevgerên derehiqûqî û antîdemokratîk ên dijî HDPê divê demek zûtir bên ragirtin.
Ayhan digel Osman Baydemîr û Dîlek Ocalana parlementerên HDPê yên Şanliurfayê li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist, di civînê de parast ku li dijî HDPê "tevgereke terorî" heye.
Ayhan îdia kir ku duh destûr nedane ku li avahiya partiyê ya Şanliurfayê li dijî girtin û binçavkirinan daxuyanî bê belavkirin û wiha dewam kir: "Tevgerên wiha nayên qebûlkirin. Divê berî demekê tevgerên dereqanûnî û antîdemokratîk werin ragirtin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Osman Baydemirê HDPyî jî ragihand, ew hefteyeke ku li parlementoyê miemeleya li girtîgehên Şanliûrfayê, li emniyetan tînin serê mirovan îzah dikin.
Baydemir got: "Rewşa îroyîn binpêkirineke piçûk a hiqûqê nîne. Heke em di zemîna Şanliûrfayê da wêneya Tirkiyeyê bikşînin, hikûmet mixalefetê naxwaze. Li şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin, hevserok hatin girtin. Hema bê hindik maye ku bi HDPê ra şer bê kirin. Rewşeke wisa ye ku tenê rêveberek li derva nehiştin. Nahêlin tu kes mixalefetê bike. Ji me yek kes tenê jî bimîne, wê îtiraz bike, mixalefetê bike."
Baydemir îdia kir, her ku ew van pirsgirêkan li parlementoyê dibêjin "zext zêde dibe, fûryaya girtin û binçavkirinê jî zêde dibe."
Parlementera Şanliûrfayê ya HDPê Dîlek Ocalanê jî îdia kir: "Bi behaneya OHALê fûryaya binçavkirinê li dora welêt girtiye. Ev fûrya êdî li gor kêfê tê kirin û derketiye asta êşkenceyê."
Ocalanê îdia kir, hikûmet "bi sepanên xwe yên ewlehiyê va civatê ber bi tirs û şîdetê va dibin" û got, "Li ser navê gel tu tirseke hikûmetê tuneye. Tirsa wan tenê pergala serokatiyê ye."