11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
BEXDA
Siyasetmedarên sunî yên ji Iraqê destnîşan dikin ku nêzîkbûna di navbera Tirkiye û Iraqê da wê di polîtîkaya derva da ji tesîra Îranê dûr bixe.
Siyasetmedarên ji Iraqê serdana Serokwezîr Bînalî Yildirim ya li Bexdayê ji nûçegihanê AAyê ra nirxandin.
Siyasetmedar diyar dikin ku Iraq dixwaze di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê ra îstiqarar çêbe.
Macît Şengaliyê Parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wiha got: "Pêşvaçûna têkiliyên Bexda û Enqereyê wê Iraqê ji bin tesîra Îranê derxe û Iraq wê li herêmê bibe dewleteke ku têkiliyên erênî danîne."
Parlementerê Hevpeymana Yekitiya Hêzên Sinî ya Meclisa Iraqê Xalid Mufercî jî diyar kir ku ziyareta Serokwezîr Yildirim ya Iraqê di têkiliyan da pelgeke teze vekir û got, "Îstiqrara têkiliyên herdu welatan qasî ku Iraq û Tirkiyeyê eleqedar dike ji bo Rojhilata Navîn jî giring e."
- "Ji bo derxistina PKKê peymana hevpar"
Şengalî got, "Ji bo ku PKKê ji Şengal û herêmên din derxin peymana hevpar di rojevê da ye." û wiha pê da çû: "Pêşketinên erênî yên di vê mijarê da ew ê di navbera herdu welatan da bibin wesîleya zêdebûna têkiliyên aborî û ticaretê.
Şengalî bal kişand ku piştî ragêşiya Başîqê ziyareta Serokwezîr Yildirim ya Iraqê zehf girîng e û wiha axivî: "Vê ziyaretê piraniya sekinandina têkiliyan çareser kir."
Muferciyê Parlementerê ji Iraqê ku sunnî ye wiha got, "Me dît ku di bareyê xurtkirina peywendiyan da rêveberiya Tirk û Iraqê xwedan îrade ne. Bona çareserkirina kêşeyên di navbera herdu welatan da nexşerêyek hat diyarkirin. Bona çareserkirina hemû îxtilafan 3 mehên pêşiya me pir giring in"
- "Gelek pêwîstiya Iraqê heye ku peywendiyên digel Tirkiyeyê li ser xeta îstiqrarê rûnên"
Mufercî destnîşan kir ku dê di nava 3 mehên pêşiya me da geşedanên erênî biqewimin û wiha xeberda: "Bona me kêfxweşî ye ku Tirkiye dixwaze kêşeyên herêmê bên çareserkirin. Herwiha Ebadî heyeta tirk pêşewazî kir û ji hevdîtinan encamên qenc hasil bûn. Ev ji bo me biqîmet in. Gelek pêwîstiya Iraqê heye ku peywendiyên digel Tirkiyeyê li ser xeta îstiqrarê rûnên."