ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin diyar kir ku hin kes ji ber êrîşên li ser Kobanê û Girê Spî (Tel Abyad) dixwazin Tirkiyeyê wek hevkarê DAEŞê nîşan bidin û wiha pê de çû: "Tu têkiliya Tirkiyeyê bi rêxistina terorî ya DAEŞê û yên wek wê re tuneye û ji niha pê ve jî nabe."
Kalin li Qesra Serokomariyê civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivand û der heqê tewdîrên li sînor axivî. Kalin wiha got: "Tewdîrên ewlehiyê yên ku li ser xeta sînorê me ji bo ewlehiya welatiyên me ye."
Ji Kalin hat pirsîn "Di demên dawîn de serokê PYDê hin daxuyanî da û xwest ku bi Tirkiyeyê re bikeve têkiliyê. Bi PYDê re bi rêyên fermî û yan jî ne fermî be jî qet têkilî hat danîn, an na?" Berdevkê Serokomariyê Kalin wiha axivî: "Niha bi PYD û yan jî nunerên wê re tu hevdîtineke fermî nehatiye kirin. Di demên dawîn de Salih Muslîm îdîa kir ku endamên DAEŞê ji ser Tirkiyeyê hatin û êrîş birin ser Kobanêyê. Em îdia û daxûyaniyên Muslim yên hev nagrin tu carî qebûl nakin. Em vê yekê ji binî ve red dikin. Gotinên 'kurd li herêmê her ku diçe xurt dibin û Tirkiye jî hemberî wan rûdanan aciz e ' derew in.
Kalin, bûyerên li Kobanêyê bi bîr xist û got ku Tirkiyeyê di nav 3 rojan de ji 190 hezarî zêdetir penaberên ji Kobanêyê qebûl kir.
Kalin ragihand ku deriyê Tirkiyeyê ji xelkê mexdûr û mezlûm re her tim vekiriye û wiha dewam kir: "Em, daxuyanî û kampanyayên qirêj ên ku ji bo navê Tirkiyeyê xerab nîşan bidin û li ser malperên civakî tên birêvebirin şermezar dikin. Ev kesên ku vê kampanyayê birêve dibin bila bizanibin ku sotikê agir di destê wan de ye. Ew kesên dixwazin nijadekê li hemberî Tirkiyeyê sor bikin, aştî û aramiyê serobin bikin bila baş bizanibin û bibînin ku di nav lîstikede çawa de ne."