ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş, pirsê nûçegihanê AAyê yên derheqê rojevê de bersivandin û li ser mijarên di rojevê de hin nirxandin kirin.
Alîkarê Serokwezîr Kûrtûlmûş li ser pirsa "tê îdiakirin ku Tirkiye alîkarî dide DAEŞa rêxistina terorê" wiha axivî:
"Di civata navneteweyî de serê ewil Tirkiyê got ku DAEŞ rêxistineke terorî ye. Tirkiyê berî hemû welatan ev daxuyanî da. Lê mixabin li ser Tirkiyê operasyoneke tarî ya psîkolojîk, tê birêvebirin û gel bi rêya vê operasyonê tê xapandin. Dixwazin kampanyayeka adî û derew li ser Tirkiyê birêvebibin û Tirkiyê wekî hevkarê DAEŞê nîşan bidin. Em vê red dikin. Ev operasyoneke derew a psîkolojîk e, ev operasyoneke sextekariyê ye.
Gelo di nav welatên dinyayê de konsolosê kîjan welatî bi destê DAEŞê hat revandin û ew bi mehan dîl hat girtin? Belê yê Tirkiyê hat girtin û Tirkiyê wî digel rehîneyên din bi operasyoneke serkeftî xilaskir. Welatê ku ser sînorên wê xetereya DAEŞê heye Tirkiye ye, ne welateka din. Em di vê çarçoveyê de ji civata navneteweyî re vê dibêjin; 'hemû agahiyên ku di destên we dane parve bikin.' Tirkiyê zêdetirî 10 hezar kesî ji ber ku têkiliya wan bi DAEŞê re heye negirt welêt ku ji vir derbasî Sûriyê nebin. Nêzî 5 hezar însan ji Tirkiyê hatin derxistin. Ji meha rêbendanê vir ve zêdetirî 600 kes bi hinceta ku bi DAEŞê re têkiliya wan heye hatin binçavkirin. Ji vana jî 104 kes bi vê hincetê hatin girtin. Ev jî dide berçavan ku welatê ku herî zêde bi DAEŞê re têdikoşe Tirkiye ye. Herwiha rastiya vê operasyona qirêj û tarî ya psîkolojîk tune ye."
Kûrtûlmûş got ku operasyoneke psîkolojîk ya din jî ev e ku "Dixwazin alîkariya ku Tirkiyê da gelê Kobanê veşerin" û wiha dewam kir:
"Gava ku hê civata navneteweyî nizanibû çawa alîkarî bide gelê Kobanê, Tirkiyê deriyên xwe yên sînor vekir ku hêzên pêşmerge û Artêşa Sûriyê ya Azad derbasî wî alî bibe. Wê demê hemû dinya li çareyekê digeriya lê Tirkiyê deriyê xwe vekirin. Gelo ew kîjan welat bû ku destûr da konvoyên alîkariyê derbasî Sûriyê bibin? Gelo ew alîkarî di serdema kîjan hikûmatê de hat kirin? Gelo ya ku nexweş û birîndarên wir anî li nexweşxaneyên xwe tedawî kir kî bû? Her tişt bi vî qasî li meydanê ye, hertişt bi vî qasî eşekere ye..."
Alîkarê Serokwezîr Kûrtûlmûş wiha dewam kir: "Têkiliya me û gelê Kobanê ji mêj ve heye. Têkiliya di navbera me de, wekî ya hin aliyên din li ser berjewendiyan nehatiye honandin. Ya rast têkiliya me ya bi Kobanê re ne li ser berjewendiyan e. Gelê Kobanê eqrebayê me ye, em ji mêj ve di nav hev de ne. Gelê Kobanê wek ferdek ji malbata me ye. Helbet ferdeke ji malbata me dema ku bikeve tengasiyê em ê alîkarî bidinê. Tirkiyê di demeke wiha de alîkarî da cîranê xwe. Ev hemû tişt eşkere hatin kirin, hemû li ber çavan e; digel vê yekê radibin propagandayên ne li rê dikin. Ev bê însafî ye, neheqî ye. Ev propagandaya derew ku li ser Tirkiyê tê birêvebirin ew ê bi kêrî kê bê, helbet ew ê bi kêrî dijminên Tirkiyê bê."
Alîkarê Serokwezîr Kûrtûlmûş li ser bibîrxistina îdiaya ku "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî êrîşa terorî ya li Sirûcê, li Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş negeriya û sersaxî neda wî" wiha axivî: "El wijdan, Xwedê wijdanê bide wan kesên ku wiha dibêjin. Lewra piştî teqînê tavhal birêz Serokomar derket got ku 'Bila serê hemû malbatên ku zarokên wan mirin sax be, bila serê hemû mexdûrên ji ber terorê sax be.' Piştî vê axaftina birêz Serokomar birêz Demirtaş derdikeve dibêje 'Birêz Serokomar sersaxî neda me, ne got rehma Xwedê li wan kesên ku di êrîşê de mirin.' Ma ez li ser vê çi bibêjim?."
Kûrtûlmûş der barê pêvajoya çareseriyê de jî wiha xeberda: "Di serê ewil divê ew kesên ku di destê wan de çek hene çek deynin. Tirkiye dê piştî vê qisma Pêvajoya Çareseriyê ya ku ma birêve bibe û pêk bîne. Ev êdî ne tenê projeyeke ddemborî an jî projeyeke partiyekê ye. Ev projeya dewletê ye. Tirkiye mecbûre ku aştiyê pêk bîne."