ANKARA
Hat daxuyandin ku îro li ser sînorê Sûriyeyê ji herêma ku di kontorla rêxistina terorê DAEŞê de ye bi destê 5 terorîstên çekdar gule hatin agirkirin û di encamê de astsûbayek şehîd ket û 2 çawişên pispor jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku terorîstê mensûbê DAEŞê yê ku agir berda ser eskeran bi çekên xwe kuştî hat bidestxistin
Di daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê de hat gotin ku îro di saet 13.30an de li ser sînorê Sûriyeyê ji herêma ku di kontorla rêxistina terorê DAEŞê de ye bi destê 5 terorîstên çekdar gule bi ser eskerên ku li Qereqola Hidûtê Çiya a li ser Alaya Hidûtê 1emîn (Aguzelî/Gazîantep) a girêdayî 5emîn Fermandariya Tûgaya Bizirx wezîfedar in, berdan û di encamê de astsûbayek şehîd ket û 2 çawişên pispor jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Milîtanekî DAEŞê bi çekên xwe (roketavêjek, tifinga peyade 1 AK-47 kalaşnîkof) ve kuştî hat bidestxistin. Ji xeynî vê xesareke giran jî dan 3 wesayîtên terorîstên mensûbê DAEŞê. Xwedê bira rehma xwe li şehîdê me ke û sebrê bide malbata wî ya hêja û miletê me. Serê miletê me û yê malbatê bira sax be."