Fatih Gazioğlu
31 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Welatiyên diyarbekirî ji ber ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ku sibê bike bi kelecaneke mezin li hêviya wî ne.
Li Diyarbekirê ji ber ziyareta Serokomar ya sibê amadehî bênavber dewam dikin. Li bajêr gelek afîş bi billboardan zeliqandin û wêneya Serokomar Erdogan û alaya Tirkiyeyê jî bi bi kutekên lembeyan ve kirin.
Serokomar Erdogan li Diyarbekirê sibê wê 85 veberhênên ku bihayê wan 290 milyon lire ye bi merasimekê veke.
- "Ev ji bo me serfiraziyeke mezin e"
Ji welatiyan Ufuk Ozîç daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ew ji ber ziyareta Serokomar Erdogan ya ku sibê li Diyarbekirê bike gelekî kêfxweş in. Ozîç got ku tiştên xizmetên ku Serokomar ji bo herême kirine zêde ne û wiha axivî:
"Înşellah bi veberhênên nû Diyarbekir û herêm wê hê zêdetir pêşve biçe. Em herdem ji wî re dia dikin. Diyarbekir bajarê pexember û sehabeyan e. Em ji ber ziyareta Serkomar gelekî kêfxweş in."