ANKARA
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) xebatên xwe yên ji bo hilbijartina parlementoyê (hilbijartina giştî) ku wê di 7ê hezîranê de bê kirin didomîne. Li gor xebat û lêkolînên LHByê wê 31 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê bibin.
LHByê partiyên siyasî yên ku şert û mercên ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementoyê bi cih anîne û dikarin beşdarî hilbijartinê bibin diyar kir. 31 partiyên ku wê beşdarî hilbijartina parlementoyê bibin evin:
Partiya Dad û Pêşketinê, Partiya Alternatîf, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Komarê ya Xelkê, Partiya Demokrat, Partiya Pêşveçûyinê ya Demokratîk, Partiya Çepgir a Demokratîk, Partiya Rêya Rast, Partiya Kedê, Partiya Ciwan, Partiya Maf û Dadê, Partiya Maf û Wekheviyê, Partiya Maf û Azadiyan, Partiya Rizgarbûna Xelkê, Partiya Pêşxistina Xelkê, Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Doza Azad, Partiya Karkeran, Partiya Demokrat a Lîberal, Partiya Navendî, Partiya Miletê, Partiya Milet û Edaletê, Partiya Tevgera Netewperestiyê, Partiya Pêşxistinê ya Muhafizekariyê, Partiya Azadî û Piştgiriyê, Partiya Seadetê, Partiya Lihevkirina Civakî, Reform û Pêşketinê, Partiya Kominîst a Tirkiyeyê, Partiya Welat
Lijneyê destnîşan kir ku kesên di saziyên dewletê de dixebitin û karmendin û ji bo parlementeriyê bibin namzed divê herî dereng heta 10ê sibatê îstifa bikin. Kesên ku di nav partiyekî de cih digirin û dixwazin bi awayekî serbixwe bibin namzed jî divê hetanî 7ê nîsanê ji partiya xwe îstifa bikin.
Serlêdanên Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê di 10ê Adarê de wê dest pê bike. Di 24ê nîsanê de jî lîsteya namzedên parlementeriyê yên teqez û yên namzedên serbixwe jî wê bê weşandin.