ANKARA
Misteşarê Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan beriya hilbijartina giştî ya ku wê di 7ê hezîrana 2015an da were kirin, ji bo ku bibe berendamê parlementeriyê dev ji wezîfeya xwe berda.
Li gor agahiyên Serokwezîriyê, Fîdan daxwaznameya xwe ya îstifayê ji bo ku di 10ê sibatê da bikeve rewacê pêşkêşî Serokwezîriyê kir. Serokwezîr Ahmet Davutoglu daxwaznameya Fîdan qebûl kir û Fîdan dev ji wezîfeya xwe berda.
Fîdan ji 25ê gulana 2010an vir va wek Misteşarê MÎTê dixebitî.
Li gor teqwîma ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) îlan kir, yên ku dixwazin bibin berendamên parlamenteriyê divê heta 10ê sibata 2015an dev ji wezîfeya xwe berdin.