ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi mInasebeta Roja Rojnamevanên Dixebitin a 10ê Rêbendanê peyamek weşand.
Erdogan di peyama xwe de qala mafê agahdarbûna gel kir û ragihand ku hayjêbûn mafê sereke yê civakê ye û divê gel bi awayekî zelal bê agahdarkirin.
Serokomar di peyama xwe de li ser pêşveçûna teknolojiya ragihandinê ya ku di demeke kurt de pir pêş ve çû sekinî û diyar kir ku van pêşveçûnên hanê qada çapemeniyê ya ku hikmê wê lê derbas dibe firehtir û mezintir kir û raya giştî jî agahdar dike.
Erdogan got ku di civakên demokratîk û şefaf de lazim e agahî û xeberên bêderew bi gel re bên parvekirin û di vê mijarê de xebatkarên çapemeniyê ya ku ji destê wan tê divê bikin.
Di peyama Serokomar Erdogan a ku bi minasebeta Roja Rojnamevanên Dixebitin a 10ê Rêbendanê de hat weşandin wiha hat gotin: "Di dîroka me ya nêz de ji wan demên ku nêrîna wesayetkar hikûm dikir divê xebatkarên medyayê yên ku bi rastî jî di bin zext û zehmetiyan de bûn ji wan îbret girtibin û ez wisa bawer dikim ku ew ê bi nêrînên wesayetkar yên ku vîna gel binpê dikin bawer nekin."