Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Xurtbûna vê rêxistinê (HDP) dê çi piştgirî bide demokrasiyê? Dema tu tiştekê dibêjî Qendîl ji te re dike şer, gotina komîserên rêxistinê yên ku Qendîlê ew diyar kirin, diçe serî."
Akdogan beşdarî merasima vekirina navenda kordînasyona hilbijartinê ya Parlementerê AK Partiyê yê Ankarayê Murat Alparslan a Taxa Çukurambarê bû û wir axivî. Akdogan got ku Tirkiye ber bi hilbijartineke din a girîng ve diçe, hilbijartina di 7ê hezîranê de wekî "dayika hilbijartinan" e.
-"HDP rêxistineke di bin siya PKKyê de ye"
Akdogan destnîşan kir ku di hilbijartina serokomariyê de 14 partiyan anîn bal hev û got ku tekane hêviya îtifaqa ku bi ser neket HDP ye.
Akdogan qal kir tê xwestin ku vegerin Tirkiyeya berê û got ku divê jêbawerî û îstiqrarê ser piyan bigirin. Akdogan bal kişand ku gel koalîsyonê naxwaze û wiha axivî: "Li hemberî me lîstikeke mezin heye, eniyeke mezin a statukoyê...Eniya şerê di nav hevkariyê de ye."
Akdogan da zanîn ku HDP li rojava bûye hewariyê demokrasiyê û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tu kî yî? HDP rêxistineke di bin siya PKKyê de ye. Ez dipirsim, rêxistina ku di bin kontrola rêxistina terorê de ye, di bin siya wê de ye. Gelo xurtbûna vê rêxistinê dê çi piştgirî bide demokrasiyê? Dema tu tiştekî dibêjî Qendîl ji te re dike şer, gotina komîserên rêxistinê yên ku Qendîlê ew diyar kirin diçe serî. Gel şaredaran hildibijêre, wir komîserekî rêxistinê tê û ji karkerekî şaredariyê re dike qîr.
Gelo hûn dizanin ku di van de çima hevserokatî heye? Va ye ji bo ku "kontrola wê rêxistinê çêbe" ye. Yek jî hevserokatî têrî nake, komîserên rêxistinê hene, ew bi rê ve dibin. Lîsteyên parlementeriyê yên di bin siya rêxistinê de... Gelo xurtbûna rêxistineke ku serokên wan ên giştî jî ji aliyê Qendîlê ve hatiye hilbijartin, dê çi piştgirî bide demokrasiyê? Ev tenê tehde û şîdetê dizanin. Ev rêxistineke ceberût in."
-"Ketin milê rêxistina paralel e ku dijminê Pêvajoya Çareseriyê ye"
Akdogan diyar kir ku kesên ku li Başûrê Rojhilat mal bi mal digerin û qaşo anketan çêdikin agahiyên gel qeyd dikin û qal kir ku ew tehdîtên wekî "Heke ji bilî HDPyê partiyeke din re deng derkeve..." dikin.
Yalçin Akdogan wiha axivî: "Ez eşkere dibêjim, heke bi piştgiriya rêxistinê kampanyayê berdewam bikin, rêxistin milet tehdît bike dê şaîbe bikeve nav dengên ku ev distînin. Nikarin derkevin û bibêjin: 'Ez ji bendê derbas bûm, min ev qas deng girtin.' Dengên ku bi tehdîtê hatine girtin, dengên ku ji bo ku demokrasiyê hatin dayîn nînin."
Akdogan diyar kir ji ber ku ji aliyê zihniyetê ve di navbera CHP û HDPyê de ferqê zihniyeta siyasî tune dikevin milê hev û bangî dengdêrên HDPyê kir û wiha axivî: "Ev rêxistina neteweperest, zihniyeta ku li dijî Pêvajoya Çareseriyê derdikeve û vê pirsgirêkê derdixîne re flortê dike. Ketin milê rêxistina paralel a ku dijminê pêvajoya çareseriyê ye. Dê ji van çawa tişteke xêrê derkeve? Dernakeve."