Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima vekirina Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Beyogluyê bû û wir axivî. Erdogan bi bîr xist ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu di 14ê gulanê de xîmên projeya "Girava Azadî û Demokrasiyê" ya ku projeya wê bi xwe da amade kirin, avêt. Serokomar Erdogan got xîmên Tirkiyeyê li ser pişta kesên ku bi rastî jî li demokrasî û azadiyan xwedî derdikevin bilind dibe.
Erdogan qal kir ku bi gotinê nikarin bibin demokrat û parêzvaniya azadiyan nayê kirin û wiha axivî: Înşallah em jî rastiya vê wê girava şînê bi Sîvrîadayê re dikin Girava Azadî û Demokrasiyê û di jiyanê de tetbîq dikin. Em ê destûrê nedin ku tu kes cardin Stenbolê vegerînin serê salên 1960î û 1990î. Em ê Stenbolê bigihînin armancên 2023yan û pişt re jî ji bo salvegera 600emîn a fethê amade bikin. Tenê bila Stenbol bi me re be."
- "Ev gel dê ji rêya Tirkiyeya Nû venegere, venagere"
Erdogan got ku Tirkiyeya berê çi îhmal kiribe, kîjan nirxên ku wê îstismar kiribe hebe hewl didin ku wan ji nû ve vejînin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Digel vê yekê Pensîlvanya û Qendîl bûne yek, partiya muxalefetê jî dane pêşiya xwe, dikevin nav hesabên wisa ku Tirkiyeyê dîsa vegerînin wan rojên berê yên tarî. Va ye hûn dibînin. Bi awayekî ku pusilaya wan xira bûye, qibleya wan şaş bûye heta feleka wan şaş bûye ji wê derê diçin wir. Gelo mirov dikare bi wan kesên ku Texsîmê wek qible û Kebe îlan dikin re bigihêje cihekî? Ez bawer dikim ku birayên min ên kurd dê qîmetê nedin vê zihniyeta ku rêxistina terorê ji xwe re piştgir digre. Dibe ku Kebeya ji van hin kesan Pensilvanya be, Kebeya ji van hin kesan Qendîl be, Texsîm be. Dibe ku hin kes bêjin 'Çankaya têra me dike Kebe bira ji ereban ra be' lê belê Kebeya me jî, qibleya me jî, îstiqameta me jî eşkere ye. Kebeya me li Mekkeyê ye, rihê me li Stenbolê ye, eşqa me li hemûyê Tirkiyeyê ye, dilê me li Qudsê, Xezeyê, Misrê û Balqanan e."
-"Gel dê di 7ê hezîranê de bersiva hewce dike bide van"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Çima neteweyek tenê? Bi tirk, kurd, ereb, laz, çerkez, gurcî, roman, boşnak, arnewîd welhasil neteweyek tenê. Em dibêjin ku alayek tenê. Çima? Alaya me rengê xwe ji xwîna şehîdên me digire. Hîlal nîşaneya serxwebûna me ye, stêrk sembola şehîdên me. Tiştê ku alayan dike ala xwîna ser wan e, heke ax kesên ku ji bo wî mirin hebin welat e. Ji ber wî em dibêjin welatek tenê. Ev axên welêt bi xwîna kalikên me hatiye avdan. Bila tu kes ser axa vê welatê operasyonan nefikire. Ew xeyalek beredayî ye. Ewelallah dê li hember xwe 78 milyonan bibîne. Dewletek tenê... Di nav dewletê de dewleteke din mimkûn nîne. Ji ber wê jî ew xeyaleke beredayî ye. Tên rojava cuda diaxivin, diçin rojhilat û başûrê rojhilatê cuda diaxivin. Ez bawer dikim ku gelê min di 7ê hezîranê de wekî ku sindoqan biteqîne dê bersiva van kesan bide."