09 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
ŞAM
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşşar Esed got ku ew amade ne hemû mijaran di civîna Astanaya paytextê Qazakistanê de muzakere bikin.
Esed daxuyaniyek da çapemeniya Fransayê û ev hevpeyvîna wî di ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê de jî hat weşandin.
Esed di daxuyaniya xwe de got ku dema li Astanayê muzakereyên siyasî destpê bikin, ewê jî delegasyonekê bişînin.
Esed diyar kir ku ew amade ne hemû mijaran di civîna Astanayê de muzakere bikin û wiha dewam kir: "Ji bo qeyran bidawî bibe an jî pêşeroja Sûriyeyê bê axaftin di muzakereyan de sînor tune. Lê aliyê din wê kî li ser maseyê be em vê nizanin. Muxalefeta Sûriyeyê ya rastîn gelo wê li wir be? Dibêjim "rastîn" yanî muxalefeta ku koka wê li Sûriyeyê ye dibêjim. Ne Siûdî, Frensî an jî Ingilîz. Serkeftina muzakereyan girêdayî vê ye."
Li ser pirsa "Hûn amade ne ku li ser mijara serokatiya xwe dewletê jî muzakereyan bikin?" Esed wiha axivî:
"Belê, lê pozîsyona min girêdayî destûrê ye. Di destûrê da mekanîzmaya anîn û şandina serokê dewletê pir eşkere ye. Anku eger bixwazin vê mijarê gotûbêj bikin, divê li ser destûrê biaxivin. Destûr a hikûmet, serokê dewletê û muxalefetê nîne. Divê bibe ya gelê Sûriyeyê. Bona her destûrekê pêdivî bi referandûmê heye. Ev mijareke nîqaşa li civînê (Astana) ye. Lêbelê nikarin bêjin 'Em vî wekî serokê dewletê dixwazin an jî naxwazin'. Ji ber ku serokê dewletê girêdayî sindoqa hilbijartinê ye. Heger hûn wî naxwazin, nexwe em biçin ser sindoqê."
Der heqê pirsa, "Di gotûbêjan da aqûbeta muxalifên çekdar dê çi be" da Esed îddia kir ku muxalifên ku çekê daynin dê bên efûkirin.
Li Sûriyê agirbesa ku Tirkiye û Rûsya garantoriya wê dike, di 30ê berfanbarê da destpê kiribû. Lêbelê hêzên rejimê û komên biyanî yên terorîst ku alîgirê rejimê ne, agirbes binpê kiribûn.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya 4ê rêbendanê da ragihandibû ku heger agirbest cîbicî bibe, gotûbêjên Astanayê dê destpê bikin.