Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Koşka Çankayayê bi Gundparêzên Anadoluyê û rêvebirên Konfederasyona Malbatên Şehîdan re hat bal hev û li wir axivî.
Davutoglu bangî her kesî kir ku divê ew li hember terorê bi hev re tekoşînê bidin û wiha got: "Ez ji vir bangî hemû aliyan dikim, bangî saziyên civakî yên sîvîl dikim, werin em bi hev re li hember hemû cureyên terorê tekoşînê bidin. Çawa ku me li hember terora DAEŞê tekoşîn dabe, em wisa li hember terora PKKyê jî bisekinin. Çawa ku em li hember cudakariya nijadî sekinîn, werin em li hember cudakariya dînî û mezhebî jî bisekinin."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku divê mijar di qadeke meşru de bê niqaşkirin û wiha dewam kir: "Bila her kes were qada siyasî ya meşru û em li wir her tiştî niqaş bikin. Kî azadiya yekî teng bike, werin em mil bidin hev û li hember wî bisekinin. Lê kî terorê wek bela li ser vî gelî bi kar bîne û bixwaze wek şûrê Demoklesê bi kar bîne, bila bizanibin ku em ê wî şûrî hildin û bişkînin."
- "Ew ê mecbur bimînin ku serê xwe bitewînin"
Davutoglu got ku dewlet wê li hember terorê tevgera xwe neguherîne û wiha axivî: "Kî pergala kamuyê xirab bike, mafên jiyanê ya welatiyên me tehdît bike, ji welatiyan xeracê bistîne, ciwanên me bibe li serê çiyan û pêşeroja wan tarî bike, li hember wan tekoşînê bê dayîn. Li hember tevgera dewleta me ew ê mecbur bimînin ku serê xwe bitewînin."
- "Ew izdirabê didin rihê şehîdên me"
Serokwezîr Davutoglu anî zimên ku hin kes dixwazin cinazeyên şehîdan îstismar bikin û wiha dewam kir: "Yên ku cinazeyên şehîdan îstîsmar dikin, heta niha ji bo yekîtiya vî welatî xwêdana eniya xwe jî nerijandine û nexebitîne, niha rabûne diaxivin. Ev kes izdirabê didin rihê şehîdên me. Meqama şehîdbûnê meqama herî bilind e."
- "Operasyon bi tenê li hember rêxistina terorê ne"
Davutoglu got ku operasyonên dewam dikin li hember rêxistinên terorê ne û wiha axivî: "Çawa ku operasyonên li hember DEAŞê ne li hember ereban û sûniyan nebû, operasyonên li hember PKKyê jî ne li hember kurdan, sûniyan û elewiyan e. Hemû bi tenê li hember rêxistina terorê ne."
Serokwezîr Davutoglu got ku biratiya gelan wê li ser vê axê dewam bike û tu kes nikare bi van dafikan ve Tirkiyeyê tevlihev bike û wiha axivî: "Hûn kîjan dafikê datînin daynin, axayên we yên li derve çi dibêjin bila bibêjin, biratiya tirkan, kurdan, zazayan, sûniyan û elewiyan wê heta hetayî dewam bike."