ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamneran de wiha got, "Ji 7ê hezîranê heta vê gavê miletê me jî şahid e, em ji yek santêmekî jî derneketin dervayê hiqûqê, Destûrê, çarçoveya yasayê û emê ji vir şûnde jî dernekevin. Ez hêvîdar im ku ji bo vê peywira pîroz û neteweyî herkesê destê xwe bike binê kevir. Ji bo sazkirina mecliseke ku qabiliyeta wê ya temsîlê bihêz e, emê biçin hilbijartinan."
Davutoglu, Navenda Giştî ya Komeleyên Çandî yên Elewiyan û li ser dawetê jî Federasyona Rojnamegerên Medya Îhtîsasê ya li heman avahiyê ziyaret kirin.
Davutoglu li dû ziyaretan daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û diyar kir ku di hevdîtinê de ji ber êrîşa çekdar a ku du hefte berê li dijî Serokê Giştî yê Komeleyên Çandî yên Elewiyan Dogan Demîr pêk hat, wî got, "derbasî be" û wiha destnîşan kir, "Di hevdîtinê de hem pêrsgirêk û hem jî daxwazî hatin gotûbêjkirin."
Davutoglu destnîşan kir ku Anadolu ji sedsala 12-13an heya niha xwedî kevneşopiyeke mezin e û xwedî felsefeya Anadoluyê ye ku ji serê rûmeta mirovahiyê avê vedixwe û wiha pê de çû:
"Ev kevneşopiya ku aniha jî dijî dê heta heta li ser piyan bimîne. Ev hevdîtina me ya bi nûnerên civata elewiyan re li hemberê terorê, şidetê û fealiyetên ku zirarê didin hevîrê biratiya vê xakê, bû semboleke gelek baş. Bi taybetî jî fealiyetên vê dawiyê yên ku yekîtiya Tirkiyeyê kiriye hedefa xwe û cudakeriyên mîna tirk, kurd, elewî û sunî derdixe pêş zirarê didin."
Serokwezîr Davutoglu bal kişand ku bi wesîleya ziyaretê wî firsend dît û digel berpirsên Federasyona Rojnamegerên Medya Îhtîsasê hatin bal hev û wiha got, "Çapemenî li Tirkiyeyê herdem bûye reha sereke ya fikr û azadiya ramanê."
Li dû daxuyaniya xwe Serokwezîr Davutoglu bersiv da pirsên rojnamegeran.
Rojnamegerekî wiha ji Davutoglu pirs kir, "Ji bo avakirina hikûmeta hilbijartinê heke ku hûn werin wezîfedarkirin, gelo hûnê teklîfê ji hemû partiyan re bibin an na û ji bo wezaretan jî di serê we de tu kes hene an na?", Davutoglu wiha bersiv da, "Min ji partiyan re negot. Der heqê navan de jî em hê negihîştine qonaxa dawîn. Ji ber ku min hê wezîfe hilnegirtiye. Dema ku min hilgirt, emê van biaxivin û parve bikin."
- "(Di warê rêgeza 3 serdemê de) min telîmata xebatê da"
Li ser pirseke der heqê rêgeza serdema 3yan a AK Partiyê, Davutoglu wiha xeberda:
"Ji hêla felsefî ve me herdem qebûl kir ku rêgezeke rast û dirust e. Lêbelê vêcarê rewşeke taybet derket holê. Di demeke pir kin de, di nava 3-4 mehan de serdemek qediya. Heger em vê wekî serdemekê bihesibînin, wêçaxê li ber hevalên ku teze ketine nava siyasetê û li ber yên ku 2 sal in bûne xwedan tecrube dê bibe asteng. Herger em wekî serdemekê nehesibînin jî wêçaxê ji hêla mafên hevalên ku 3 serdem kuta kirine jî dê nerast bibe. Me di Lijneya Rêveberina Navendê ya dawîn de heyeteke rizêknameyê saz kir. Min li ser vê babetê telîmat da heyetê. Helber ne tenê di vî warî de, herwisa di mijarên din de jî em hin guhertinan difikirin."
Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî Farûk Çelîk jî di ziyaretê de bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re bû.
Me di Lijneya Rêveberina Navendê ya dawîn de heyeteke rizêknameyê saz kir. Min li ser vê babetê telîmat da heyetê. Helber ne tenê di vî warî de, herwisa di mijarên din de jî em hin guhertinan difikirin."