ANKARA
Alîkara Serokê Giştî yê BDPyê Gûlten Kişanak wiha axivî: "Em bi rehetî dibêjin ku ev pakêt nebû bersîva daxwazan. Ev pakêt ji bo demokratîkbûna Tirkiyê têrê nake. Ev pakêt sînorên maf û azadiyên li vî welatî fireh nake, pirsgirêkan çareser nake, welatiyên xwe wek wan qebûl nake û mafên wan jî teslîmê wan nake."
Kişanak di civîna çapemeniyê ya navenda giştî ya partiyê de axivî û diyar kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi mehan e raya giştî ya Tirkiyeyê mijûl kiriye û got ku: "Bi rastî ev pakêteke ku mirov evqas bendê bimîne bû, hemû Tirkiyê ev dît."
Kışanak ragihand ku gelên ku ji zîhniyeta dewletê a tekane aciz bûne, mafên wan hatine binpêkirin, beşdarî desthilatê nebûne, derfet nedîtine ku azadiya xwe bi dest xin benda pakêtê bûn. Kışanak diyar kir ku ew dixwazin ku Pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, azadiya elewiyan yên baweriya wan bê çareserkirin, hemû kesên ku ji civakê hatine jidûrxistin derfetê bibînin ku beşdarî rêvebiriyê bibin.
Kişanak wiha got:
"Em bi rehetî dibêjin ku ev pakêt nebû bersîva daxwazan. Ev pakêt ji bo demokratîkbûna Tirkiyê têrê nake. Ev pakêt maf û azadiyên li vî welatî fireh nake, pirsgirêkan çareser nake, welatiyên xwe wek wan qebûl nake û mafên wan teslîmê wan nake. Divê Elewî wek Elewî bên qebûlkirin û mafên wan ên bawerî, nasname û azadiyê bên dayîn. Ez nabêjim hûnê bidin, ji xwe ev maf hatine gaspkirin. Divê kurd wek kurd bên qebûlkirin û mafên wan ên nasnameyê, ziman û çandê bên dayîn, astengî û qedexeyên li pêş wan ji holê rabin.Ya ku divê bibe ev bû."
Serokwezîr Erdogan û wezîran di daxuyaniyên xwe de bi xwe diyarkirin ku "pakêt vala ye" û wiha got: "Lê her tim gotin ku 'benda pakêtê bûn, dê sûprîz jê derkeve, her kes dê şaş û metel bibîne.' Her kes benda axaftina îro ma, her kesî meraq kir lê careke din dîsa hat îlankirin."
"Ev pakêt ne pakêta demokratîkbûnê ye, pakêta hilbijartinê ye"
Kişanak wiha axivî:
"Ev pakêt astengiya li ber xitimandina pêvajoya çareseriyê venake. Di vê pakêtê de zîhniyeta daxwaza hemû welatiyên li Tirkiyê yên ku wekheviyê dixwazin tuneye. Astengiyên li ber fikran û azadiya birêxistinan hin sekinî ye. Astengiyên li ber siyaseta demokratîk sekiniye. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên polîtîk hene. Li vî welatî azadiya çapemeniyê tuneye. Birêz Serokwezîr hew zane ku em, raya giştî ya Tirkiyê û gelê Tirkiyê xwedî aqil û mantiq nînin, loma dibêje ku 'Ez sê alternatîfan pêşkeşî we dikim.' Tiştê din jî ev e ku desthilata ku dixwaze rewşa niha dewam bike bi eşkere vê dibêje, vê weke guherîn pêşkêş dike. Ev ne li gor mantiqê ye."
Der barê benda hilbijatinê de bersîva pirsa: "Hûn çima sîstema hilbijartinê dixwazin biguherînin?" nade û wiha got: "Bê lê, bê tereddût nexwe hûn dijî derbeyan e, wisa ne berda ji sedî 10an rakin."
Der barê perwerdeya bi zimanê zikmakî: "Perwerdeya bi zimanê zikmakî ya li dibistanên taybet, wek zimanê beyanî perwerde dîtin ne li gor gelê kurdan e. Verastkirina alfabeyê jî tuneye. Lê zimanekî kurdî heye, alfabeya kurdî heye, tîpên wê hene."
Ji bo sondxwarina di dibistanan jî Kişanak diyar kir ku ev gav gaveke dereng e. Sîstema hevserokbûnê ji hêla mafên jinan ve gaveke girîng e.
Kişanak wiha axivî:
"Em sipasiya Serokwezîr dikin ji bo van tiştan. Nîşanî gelê Tirkiyê da ku desthilatdar mafan nadin. Me bi têkoşînê mafên xwe û azadiya xwe bi dest xistiye. Hevserokatî di qanûnê de tune lê me ev bi fîîlî kiriye û têkoşîn daye."