ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala ji bo daxuyaniyên KCKyê yên der barê pêvajoyê de wiha got: "Em dizanin ku em ê çi bikin û çi çaxê û kîjan rojê, kîjan gavê biavêjin. Em li gor daxuyaniyên ji der û dorê na, li gor daxuyaniyên xwe pêvajoyê dimeşînin."
Wezîr Ala beriya Civîna Serokên Bajaran a Berfirehkirî ya AK Partiyê li pêşiya avahiya partiyê pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirseke der barê bûyerên li sînor Ala diyar kir ku Tirkiye li herêmê wek wijdana mirovahiyê çi wezîfe hebe dike.
Ala destnîşan kir ku di nav du-sê rojan de hejmara kesên ku ji sînor derbas bûn û hatin Tirkiyeyê xwe gihande 160 hezar û 335 kesî û wiha pê de çû:
"Ev hejmar ji bo welatekî din tê wateya bajarekî. Ji bo me jî qasî bajarekî ye. Me bi mêvandariya welatiyên me yên li wir ve hemû îmkanên xwe seferber kir û ji bo ku pirsgirêkek dernekeve ev qas mirov hilda Tirkiyeyê. Ji roja ewil vir de xwarinê jî didin wan. Ev ji bo Tirkiyeyê serbilindî ye. Em di hundir de hemû tedbîrên ewlehiyê jî digrin."
Wezîr Efkan Ala diyar kir ji bo ku penaber di şertên rind de jiyana xwe bidomînin bi AFADê re dixebitin û çi ji destê wan bê dikin.
- Daxuyaniyên KCKyê
Wezîr Ala pirsa der barê daxuyaniyên KCKyê de wiha bersivand:
"Em ne li gor rêyên ku tên nîşandan, lê li gor rê û rêzika xwe pêvajoya çareseriyê didomînin. Em dizanin ku em ê çi bikin û çi çaxê û kîjan rojê, kîjan gavê biavêjin. Em li gor daxuyaniyên ji der û dorê na, li gor daxuyaniyên xwe pêvajoyê dimeşînin. Ji kerema xwe hûn jî bala xwe bidin vê."
Ala got dibe ku di vê mijarê de provakasyon bên kirin û ji bo Tirkiyeyê vegerînin dewrên berê hin tişt bên kirin, ew jî vê dizanin û li gor vê xebatên xwe dikin.
Wezîr Ala diyar kir ku welatiyên li herêmê piştgiriyeke mezin didin pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Ev ji bo me surprîz nîne lê ya girîng ew e ku Tirkiye di vê rê de wezîfeyên xwe bîne cî."
- "Em beriya rêvebertiyê welatiyên vî welatî ne"
Ala bal kişand ku piştgiriya welatiyan girîng e û tu kes nikare li pêşiya vê bisekine û wiha axivî:
"Gel jî dixwaze ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Divê pirsgirêkên asayîşê yên li wê derê bên çareserkirin. Divê her kes bala xwe bide ser daxwazên gel û li gor wê tevkariyê bide pêvajoyê. Divê her kes di vê mijarê de tevkariyê bide me. Kî ne em? Em li Tirkiyeyê 77 milyon in. Ez wek kesên ku dixwazin pirsgirêka terorê ji holê rabe û pêvajoya çareseriyê dewam bike dibêjim. Em beriya rêvebertiyê welatiyên vî welatî ne."