DIYARBAKIR
Wezirê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker di çalakiya ku di çarçoveya "Festîvala Çand û Zebeşan" de li Stada Ataturkê hat lidarxistin de mewlûda kurdî xwend.
Di çarçoveya "Festîvala Çand û Zebeşan" a ku ji aliyê Wezareta Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê û Walitiya Diyarbekirê ve dê lidarxistin de li Stada Ataturkê çalakî hat lidarxistin. Wezîr Eker, Walî Huseyîn Aksoy, Arîkarê Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Kûdbettîn Arzû, parlementerên AK Partiyê yên Diyarbekirê Suleyman Hamzaogullari û Oya Eronat, Midûriya Ewlehiya Bajêr Halîs Bogurcu û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalekiyê de xelatên Pêşbaziya Giraniya Zebeşan hat dayîn û pişt re stranbêj Rojîn bi stranên kurdî û tirkî konser da. Piştî konserê Civaka Dansê ya Agirê Anadoluyê rapêşiyeke bi mijara 'aştî û biratî' pêşkêş kir. Welatiyan demek dirêj ji bo civakê li ser piyan çepik lê xistin.
Pişt re Wezîr Eker derket li ser dikê û bi hevaliya semazenan re mewlûda kurdî xwend. Temaşevanan ji bo Wezîr Eker demek dirêj li ser piyan çepik lêxistin.
Piştî ku Derhênerê Giştî yê Agirê Anadoluyê Mûstafa Erdogan derket ser dikê û pîrozbahiyan qebûl kir, çalakî bi dawî bû.
Diya Mûstafa Erdogan û bavê wî Nazim Erdogan jî çalakiyê temaşe kirin.