Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di fitara Teşkîlata Bajêr a Konyayê ya AK Partiyê ya li Torku Arenayê ya Şaredariya Mezin a Konyayê de ji ber piştgiriya ku di hilbijartinên 7ê hezîranê de dan spasiya konyayiyan kir û diyar kir ku bajêr her dem ligel wan sekinî û dê ji niha pê ve jî vê piştgiriyê nîşan bidin.
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku AK Partî di hilbijartinan de ji nû ve bû partiya yekemîn û wiha axivî: "Em ji 7ê hezîranê ve her roj ji bo ku welêt bêhikûmet nehçlin gelekî hewl didin. Me remezanê di bin siya siyasetê de negirt. Me hewl da ku aramî, îrfan û sûkuna remzanê tevî siyasetê bikin. Di her peyamê ku me ji 7ê hezîranê heta niha da de bi ramana Hezretê Mewlana me gote her ksê li Tirkiyeyê ku 'Werin em ji bo heyameke ku dê Tirkiyeyê ji nû ve pêş bixe û bibe avakerê heyameke nû dest bidin destên hev' lê mixabin dema hûn li partiên din dinêrin ew kesên ku ji roja ewil ve deriyên xwe girtin, ji roja ewil ve qala "bloka ji sedî 60' kirin, li Tirkiyeyê pêşiya cihêwazî û rageşiyên nû vekirine."
-"Tenê serkeftina me nîne"
Davutoglu bi bîr xist ku ji bo Serokatiya Parlementoyê Parlementerê AK Partiyê yê Sîvasê Îsmet Yilmaz hat hilbijartin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Serkeftina Birêz Îsmet Yilmaz serkeftina AK Partiyê tenê nîne, serkeftina keêsn ku li Tirkiyeyê bi îrfan û hikmetê tevdigerin e. Komek bi taybetî muxalefeta sereke dema qala bloka ji sedî 60î dike, em ji ser îstiqametekê ji bo ku siyaseteke exlaqî bikin serdest me di hilbijartinên li TBMMYê de destûr neda tu bazariyên veşartî û elhamdulîllah me Serokatiya TBMMyê jî wek partiya ku koma herî mezin a TBMMyê ya wê ye bi dest xist. Şikir ji Xwedê re."
Davutoglu got dema ku digihêjin qonaxeke nû tên Konyayê, ji hewaya manewî ya bajêr sûd werdigirin û ji konyayiyan hêz digirin û di rêya xwe de dimeşin. Davutoglu bi bîr xist ku mitînga xwe ya dawîn a beriya hilbijartinê jî li vê bajêrê kirin û got "Hefteya pêşiya me piştî ku Birêz Serokwezîrê me peywir da me ji bo ku em di xebatên avakirina hikûmetê de ji Konyayê hêz û piştgirî bistînin hatin vir." Davutoglu pirsa "Gelo hûn ji bo piştgiriyê amade ne?" kir.
Kesên di qadê de gotin ku "belê" Davutoglu li ser vê wiha axivî: "Em ji bo ku 78 milyonî nehêlin bê hikûmet em ê deriyê xwe ji her kesî re vekin û di nav hewldaneke mezin de înşaellah em ê hefteya bê dest bi hevdîtinan bikin. Xwedê rêya me bi xêr bike, menzîla me bi xêr bike. Înşaellah bila rûmeta xizmetkirina vê welat, gel û welatê ezîz bike nesîbê me. Xwedê remezana me bimbarek, eyda me bi xêr bike."