Hat diyarkirin teqîna ku duh berdestê sibê li Silopiya navçeya Şirnexê di Santrala Komirê ya Silopiyê çêbû, bi destê endamên rêxistina terorê ya dabeşker ve hatiye kirin. Ji ber teqînê ev du roj in ku nikarin ceyranê bidin nêzî 40 gund û mezrêyan.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin li santralê pêr berdestê sibê saet dora 02.30yan de teqîneke mezin çêbû.
Di encama lêkolîna ku hat kirin de derket holê ku teqîn bi destê endamên rêxistina terorê ve hatiye kirin. Hat diyarkirin ku ji ber teqînê nikarin ceyranê bidin nêzû 40 gund û mezrêyan û temîrata li navendê berdewam dike.
Rayedaran dan zanîn ku dê demek din jî nekarin cêyranê bidin gund û mezrêyan.
-Teqîn di axaftina têlsizê ya terorîstan de ye
Ji aliyê din ve axaftinên ku terorîstan piştî teqînê di navbera xwe de kirin jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat tespîtkirin.
Hat diyarkirin ku terorîstan di axaftinan de henek jî li hev kirine û gotine ku teqîna li Silopiyê gelekî bibandor bû û gundê terorîstekî jî di nav tariyê de maye.