TBMM
Muzakereyên tezkereya ku salekê destûra hikûmetê ya der barê operasyona li ser bakurê Iraqê dirêj dike, di Lijneya Giştî ya Meclisê de dest pê kirin.
Wekilê Serokê Koma CHPê Akîf Hamzaçebî li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê de fikr û ramanên xwe anîn ziman.
Hamzaçebî got ku li Meclîsê tezkereya Iraqê dê bê muzakerekirin û diyar kir ku CHP dê ji bo tezkereya Iraqê bibêje "erê". Hamzaçebî ragihand ku di metnê tezkereyê de tê gotin ku ji Iraqê rêxistin dikare êrîşan bike û ji ber vê Tirkiye dixwaze ku peywirdarên TSKyê bişîne li wir. Li gor vê, partiya wan mûnasîp ditiye ku bibêje "erê"
Hamzaçebî diyar kir ku Dadgeha Bilind ji bo Doza Plana Balyozê ne li gor huquqê, li gor konjokturê biryar daye. Hamzaçebî îdia kir ku li gor huquqa nevneteweyî her du rêgezên bingehîn ya ku bi adîlane darizandin û elametê bêsûcbûnê hatin îxlalkirin.
Hamzaçebî bi bîr xist ku mijara girtina dersxaneyan ji nişkê ve kete rojevê û der barê mijarê de wiha got: "Kingê li Tirkiyeyê sîstema perwerdeya neteweyî perwerdeyeke li gor dilê zarokan, ya ku agahî û şareza bide dersxane dê jixwe ji holê rabin. Sîstema perwerdeyê dersxane derxistin holê. Hikûmet dixwaze ku vê wek sedema pirsgirêka sîstema perwerdeyê bibîne. Lê bi rastî dizane ku sedem ne ew e."