MUGLA
Şaredariya Fethiyeyê li ser bîlbordê peyemek weşand. Di peyamê de Cejna Qurbanê bi tevlihev kirina kurdî û tirkî hat pîrozkirin. Şarederiyê her wiha bikaranîna tîpên nû yên di Besteka Demokratîkbûnê de qala wan hat kirin, rexne kir.
Îlana ku bi îmzekirina Şaredar Behçet Saatci û endamen meclisa şaredariyê ve hat weşandin, li bîlbordên kûçe û kolanan ve hat vekirin.
Di îlanê de bi peyvên tirkî û kurdî hevoka "Ülke bitûnîyme bozulmaması ve hezkırına insana dı hûndure me kuvvetlenmesi dılxaziya meye. Qurban Bayramımız piroz be" hat bikaranin.
Şaredariyê bi vê hevokê hewl da ku pakêta demokratîkbûnê rexne bike.