CÎBÛTÎ
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê êrîşa ku li Somaliyê bi wesaîteke bombebarkirî hat kirin da wiha got: "Ya rast ez vê êrîşê li dijî Tirkiyeyê, yanê wek ku li dijî me ye qebûl nakim. Naxwazim bifikirim jî. Ez wekî 'êrîşeke ku heta niha li dijî rêvebiriya Somaliyê ye' qebûl dikim."
Erdogan piştî civîna çapemeniyê ya bi Serokomarê Cîbûtiyê Îsmaîl Omer Gulleh ra pirsên rojnamevanan bersivand.
Erdogan li ser pirsa der heqê Îslamfobiyê da destnîşan kir ku li ser alema Îslamê lîstikeke mezin tê lîstin û got ya sereke jî Îslamfobî ye.
- "Tirkiye ne dewleteke wisa ye ku li ber deriyê we emanê bixwaze"
Erdogan li ser pirsa "Tirkiye hê di serdana ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê da bi biryar e yan na?" got "Yekîtiya Ewropayê me qebûl dike yan nake, ev ne girîng e" û wiha dewam kir: "Lê niha li gor planên me xebatên me dewam dikin. Ya rast em Ewropayê diceribînin. Gelo Ewropa wê Tirkiyeya misilman qebûl bike nav xwe."
- Êrîşa li Somaliyê
Serokomar Erdogan li ser pirsa "Beriya serdana we ya li Somaliyê êrîş hat kirin, gelo ev li dijî Tirkiyeyê ye ya na?" wiha got: "Ya rast ez vê êrîşê li dijî Tirkiyeyê, yanê wek ku li dijî me ye qebûl nakim. Naxwazim bifikirim jî. Ez wekî 'êrîşeke ku heta niha çawa li dijî rêvebiriyên Somaliyê hatine kirin' qebûl dikim."
- Têkiliyên Tirkiye û Afrîkayê
Erdogan li ser pirsa der heqê têkiliyên aboriyê û diplomasiyê yên di navbera Tirkiye û Afrîkayê da wiha got: "Ji bo Tirkiyeyê heta sala 2013an hişmendiya 'Sala Afrîkayê' hebû û niha jî heyama hevkariyê dest pê kiriye. Em ê têkiliya xwe ya Afrîkariyê ra bi hevdîtin û serdanên cuda berfireh bikin."