ÎSTANBUL
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got: "Di ciwakê de têra xwe nasnameyên nû hene. Her yek xwe bi nasnameyeke cuda dide nasîn. Roleke me ya wek endazyariya civakî nîne ku em ji nû ve li nasanmeyeke nû bigerin."
Demirtaş, li Asûr Otêlê ya Yenîkapiyê di nav de Mislimanên Antîkapîtalîst, Kongreya Îslam a Demokratîk, Komeleya Alimên Dîn, nûnerên Platforma Ked û Edelatê digel Îhsan Elîaçikê îlahiyatnas, nivîskar Emîne Ûçak û gelek akademîsyen û nivîskaran re hat bal hev.
Demirtaş berî civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku HDP li hemberî pirsgirêkên civakê û yên welat tu caran bê deng nemaye û dê bê deng nemîne.
Demirtaş destnîşan kir ku ew hemû aliyên civakê ziyaret dikin, guh didin fikr û raman û pêşniyazên wan.
-"Li nasnameyeke nû nagerin"
Demirtaş li ser pirsa "Gelo HDP li nasnameyeke nû digere an na?" wiha got:
"Ev lêgerîna li nasnameyeke nû nîne. Lewra di ciwakê de têra xwe nasnameyên nû hene. Her yek xwe bi nasnameyeke cuda dide nasîn. Roleke me ya wek endazyariya civakî nîne ku em ji nû ve li nasanmeyeke nû bigerin. Eksê vê em li dijî vê zêhniyetê têdikoşin. Ji xwe her yek xwedî yek an du nasnameyan e. Pirsgirêka sereke jî ev e, piraniya van nasnameyan nayên qebûlkirin. Me ji bo afirandina nasnameyeke nû vê partiyê damezirand. HDP cudakariyê nake nava nasname û baweriyan û ji bo bidestxistina mafên demokratîk yên van têdikoşe."
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş li ser pirsa axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a derbarê bûyerên Cizîrê de wiha got:
"Em wek partiyên siyasî naxwazin bi Serokomar re nîqaşan bikin, li gor me ev tiştekî rast nîne. Herwiha divê Serokomar jî di mijarên wiha de partiyên mixalif meke hedef û wisa neaxife. Serdema hilbijartinê dest pê dike. Demeke li qesra xwe îstirahat bike baş e. Lewra em ê kampanyaya hilbijartinê bidomînin. Ev ne karê serokomar e."