Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş got ku li Tirkiyeyê heta niha tu îqtidarê nexwestiye ku baraj ji sedî 10an bikeve û wiha dewam kir: "AK Partiyê baraj ranekir, lê dema ku lêkolînan dibînin niha li çoka dixin û dibêjin 'xwezî me baraj derxista sedî 20an'. Em vê yekê îdia dikin: Heke barajê derxin sedî 20an jî me yê ji sedî 25ên reyan hilda. Îlla ew baraj wê hilşê. Ji wê barajê derbasbûn wê çêbibe."
Demirtaş li Berlînê Otêla Estrelê kampanyaya partiya xwe li derveyî welêt da destpêkirin û di hilbijartina 7ê hezîranê de ji bo HDPê destek xwest.
Demirtaş got ku ew wisa texmîn dike ku hilbijartin wê bi kelecan derbas bibe û wiha dewam kir:
"Nîvekî partiyê ji jinan pêk tê, ciwan ji bo partiyê fedakariyeke mezin dikin û bixwe bawer in, gelekî fedaî li pişta partiyê ye û ji bo vê têkoşînê rihê xwe dide. Di vê rewşê de heke em ji barajê derbas nebin, ev kêmasiya me û ya partiya me ya herî mezin e. Heke em ji barajê derbas nebin, wê demê bila ew parlemento jî bibe ya Tayyîp Erdogan. Ez çi bêjim. Heke serkeftî nebin, bila ew jî ya wî be."
Demirtaş îdia kir, heke HDP ji barajê derbas bibe, îqtidara AK Partiyê wê bi dawî bibe û wiha dewam kir: "Ka bila ji barajê derbasbûn çêbibe. Bila AK Partî ji Îqtidarê bikeve, hûn wê demê bibînin ku li Tirkiyeyê çi çêdibe. Me li ser navê ked, aştî û mafên mirovan çi gotibe em ê wan bikin."
Demirtaş diyar kir, kesên ku wan wek terorîst dibînin, bi zihniyeta dewletê ve dixwazin ku wan ji holê rakin, zext û zorê li ser wan bikin, wan bigrin, sirgûn bikin. Demirtaş got ku ew ê derseke mezin a mirovahiyê bidin wan û wiha dewam kir:
"Em ji bo tunekirina kesan siyasetê nakin. Em ê hêza xwe ya siyasetê ji bo xilaskirina kesên ku ji dewletê zextê dibînin bi kar bînin. Hewce nake ku tu kes ji serkeftina HDPê bitirse. Divê kî bitirse? Mesela Bulent Arinç. Berdin bila ew bitirsin. Jixwe ew netirsin, tê wê wateyê ku me xelet kiriye. Tirsa wan dide nîşan ku em karekî durust dikin. Di her hilbijartinê de dibêjin hûn ê nemînin. Lêbelê em di her hilbijartinê de xurttir dibin. Her hilbijartin tansiyona wan radike. Mixabin di her hilbijartinê de tenduristiya wan xerab dibe. Hûn bawer bikin em naxwazin wiha bibe. Em dixwazin ku baş bibin, Xwedê emrekî dirêj bide wan ku serkeftina me bibînin. Va ye em ê di êvara 7ê hezîranê de li çar aliyê dinyayê em ê kêfxweş bibin. Pêdiviya me bi sebr û xebatê heye vê gavê. Ya ku em dixwazin hê negihîştinê. Rehavet dijminê serkeftinê ye. Divê em nekevin rehavetê."