Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş li Balikesîrê di mitînga HDPyê de axivî û destnîşan kir ku hilbijartina 7ê hezîranê hilbijartineke gelek girîng e.
Demirtaş li qada Kuvayî- Mîlliyeyê bangî welatiyan kir, got ku ev hilbijartin gelek girîng e û wiha axivî: "An wê jiyaneke azad, demokratîk, wekhev, adil, biaştî çêbibe, li her bajarê Tirkiyeyê mirov bêyî ku bitirsin, ji nasnameya xwe, mezhebê xwe, dînê xwe şerm nekin û neyên acizkirin wê bijîn, an jî ew ê li welatekî ku di bin dîktatorî û yek kesî de, di bin tundiya wî de binalin bijîn."
Demirtaş got ku di vê hilbijartinê de du alî wê pêşbaziyê bikin û wiha devam kir: "Em û alîgirên dîktator. Yanî partiya kedkaran, xebatkaran, yên ku bi namusa xwe ve dijîn û helaliyê dixwin û partiya şêlanker, diz û talankêran wê derkevin huzûra gel."
Demirtaş bangî kedkaran û xebatkaran kir û wiha axivî: "Kedkar zêde dixebitin, lê baceke mezin didin dewletê. Helbet mafê dewletê heye ku bacê hilde, lê dema ku tê berhevkirin divê bi edalet tevbigere. Divê mafê kedkar, karker, esnaf û cotkaran bi adil bê dayîn. Siltan di qesrê de di stekanên zêrîn ên ku bihayê wan hezar lîrene de avê vedixwin. Em ê destûr nedin ku ew heqaretê li kesên ku mehaneyên wan kêmin bikin."
- "Berkeda kêmtirîn wê bibe hezar û 800 lîre"
Demirtaş got ku ew ê berkeda kêmtirîn bikin hezar û 800 lîreyî û wiha dewam kir: "Em sedeqeyê belav nakin, em ê heqê wan teslîmê wan bikin. Heke li vî welatî dizî, bêrêtî, îsraf nebe, hûn hezar û 800 lîre, 3 hezar û 600 lîre jî bidin kesên teqawîd bûne dîsa jî çavkaniyên vî welatî xilas nabe. Em li welatekî ji yek wan welatên herî dewlemend de dijîn. Heke em veberhênanên baş bikin, polîtîkayên pêşketinê ji bo cotkar, esnaf, çand û heywandariyê bikin, ji xwe berkeda kêmtirîn wê hezar û 800 lîreyî zêdetir bibe."
Demirtaş got ku ew ê mafê kedkaran, jinan, teqawîdan biparêzin û ji bo jinên ku li malê dixebitin jî sîgorteya wan bidin çêkirin.
- "Guh nedin provokasyonan"
Selahattîn Demirtaş got ku di serî de Serokomar; Serokwezîr, AKP li her derê provokasyonan dike û wiha axivî: "AKP li her derê Tirkiyeyê provokasyonan dike. Ji bo ku dev ji desthilatiyê bernedin, ji destê wan bê ew ê hemû welêt bişewitînin. Ji bo ku ew bên sekinandin, divê ku em bendavê derbas bibin. Ji ber vê em ji hemû Tirkiyeyê piştgiriyê dixwazin. Em ê bendavê derbas bibin û destûrê nedin ku dîktatoriya AKPyê dewam bike. Serokomarê gel bi pereyê dewletê ve li her derê li hember HDPyê, yanî ji bo ku HDP bendavê derbas nebe dixebite. Qet şerm nake û vê dibêje jî. Ji budçeyê para Serokomariyê tê veqetandin. Ez ew para ku ji para me tê dayîn helal nakim. Serokomarek dikare welat biavêje agir? Tu wek Serokomarekî li meydanan bigerî û bangî hemû partiyan bikî ku ew di bin banê biratiyê de xebatên xwe yên hilbijartinê bikin wê ne baştir be? Diçe li ku zimanê xwe dirêjî baweriya me û nasnameya me dike. Ji bo Xwedê ev gotin li Serokomarekî tên? Ew gel ji hev vediqetîne, rageşiyê çêdike, siyaseteke wisa dimeşîne. "
Demirtaş behsa êrîşên li ser buroyên HDPyê jî kir û wiha got: "Dİbêjin HDP tundiyê hez dike. Xebatên hilbijartinê dest pê kir, ji wê rojê vir ve heta niha 41 buroyên me yên hilbijartinê hatin şewitandin. Lê dîsa jî em sebir dikin. Em ê tu carê teslîmê provokasyonên wan nebin. Peyama me, berpirsyariya li ser milê me dîrokî ye. Em ê bi sebir bixebitin û heta 7ê hezîranê em ê guh nedin provokasyonên wan."
Demirtaş destnîşan kir mafê tu kesî tune ku dev biavêje îman û baweriya kesên din û wiha dewam kir: "Tu yî bibêjî qey di destê wan de makîneyeke îmanê dipîve heye û îmana her kesî dipîve. Bila qusûrê nenihêrin, em ji bilî Xwedê ne mecburin ku hesab bidin kesekî din. Roja qiyametê wê bi navê me bangî me bikin. Tu navê me nebêjî jî wê li qiyametê navê me bibêjin. Wê ji me jî û ji te jî bipirsin. Wê rojê di nav pirsên ku wê ji me bên pirsîn de Serokatiya Karên Diyanetê tune. Wê agahiyên dînî ji me nepirsin, wê îmana me bipirsin. Kî wê derbas bibe, an kî wê derbas nebe Xwedê dizane."