TBMM
Cîgirserokê Koma MHPyê Yûsuf Halaçoglû li TBMMyê pirsên rojnamevanan bersivand. Halaçoglû li ser pirsa "Tê gotin ku dê bi pakêta demokratîkbûnê re mehkûmên rêxistina terorê dê bikaribin bibin endamên partiyên siyasî, hûn vê çawa dinirxînin?" diyar kir ku Serokwezîr li Diyarbekirê gotibû ev "xeyala" min e, lê vaye tê xuyanê ku ev rast e."
Hallaçoglû destnîşan kir ku gotinên Serokwezîr hev nagirin û wiha axivî: "Dê bi vê TBMM bi sûcdaran tije bibe û tu nirxa wê nemîne. Ev nayê qebûlkirin. Ev bi demokrasiyê re jî têkildar nîne. Bi vê awayî mafên kesên din tên astengkirin. Bi navê pakêta demokratîkbûnê demokrasî tê binpêkirin. Hûn dibêjin 'em rê li ber siyasetê vekin' û kesên ku dixwazin vî welatî perçe bikin serbest berdidin. Ev ne demokrasî ye. Em vê qebûl nakin."
Bi daxwaz û şerha endamên BDPê yên Komîsyona Butçe û Planê di Pêşnûmaya Zagonê ya Butçeya 2014an de îfadeya "Kurdistana Tirkiyeyê" jî cih girtiye. Li ser vê îfadeyê jî Hallaçoglû wiha got: "Em vê qet qebûl nakin. Em ê vê dokumanê paşve vegerînin. Îfadeyeke wiha li Tirkiyeyê tuneye. Ev li dijî makezagonê ye, sûc e û em ê der barê vê de gilî bikin."