ANTALYA
Wezîrê Karên Navxweyî Mûammer Guler ji bo ku beşdarî Sempozyoma Sûc û Terorîzmê ya Navteweyî bibe hat Antalyayê.
Wezîr Guler li Balafirgeha Antalyayê pirsên rojnamevavan bersivand.
Mûammer Guler li ser pirsa "Tê îdiakirin ku bi pakêta demokratîkbûnê re ji bo ku pêşiya siyasetê vebe, dê şertê mehkûmiyeta ji bo sûcên terorê rabe, hûn der barê vê mijarê de çi difikirin" bersivand û wiha got: "Qet tiştekî wisa dibe? Serokwezîrê me di axaftina xwe ya 30ê îlonê de ev mijar îzah kir. Tiştekî wisa tuneye. Vê ji bîr bikin. Di pêşnûmaya ku Lijneya Wezîran pêşkêşî TBMMyê kir de tiştekî wiha tuneye. Min jî ev pêşnûma îmze kir."
"Pêvajoya çareseriyê li ser rasteqîniya Tirkiyeyê hatiye avakirin"
Wezîrê Karên Navxweyî Guler di Sempozyoma Sûc û Terorîzmê ya Navteweyî ya 5emîn de ku ji aliyê Navenda Lêkolîna Sûc û Terorîzmê ya Navneteweyî ya Akademiya Polêsan ve hat lidarxistin de axivî. Guler di axaftina xwe destnîşan kir ku îro li dinyayê ji bo pêşî li ber êrîş û tehdîdan bê girtin pêwîstî bi hevkariyê heye.
Wezîr Guler diyar kir ku vê pêvajoyê ji bo ewlehiyê bi destê hikûmetê dest pê kiriye û ji bo ku teror ji binî ve ji holê rabe dest pê kiriye û wiha axivî:
"Li kîjan welatî pirsgirêka terorê hebe, ew dewlet ji hêla civakî, aborî, siyasî û psîkolojîk ve mecbûr e ku stratejiyan pêk bîne. Ji bo hemû pirsgirêkan tenê rêbazek tuneye. Bêguman di serokatiya Serokwezîrê me de pêvajoya ku hikûmeta me dimeşîne, li ser rasteqîniya Tirkiyeyê hatiye avakirin."