ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir, çawa ku piştî êrîşên Parîsê piştgirî dan, ew li bendê ne ku wek vê piştgiriyê di mijara misilmanên ku li Amerîkayê hatin kuştin û mizgeftên ku li Ewropayê hatin şewitandin jî piştgiriyê bidin.
Davutoglu bi Serokwezîrê Pakistanê Navaz Şerîf re li Avahiya Serokwezîriyê hevdîtin kir û pişt re beşdarî civîna Konseya Tevkariyê ya Tirkiye û Pakistanê bû. Davutoglu paşê di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.
Ahmet Davutoglu got ku Pakistan mala tirkan e, Tirkiye jî mala Pakistaniyan e. Davutoglu got ku piştî ew bû serokomar cara ewil e ew tê Pakistanê, dema ku ew akademîsyen û wezîrê karê derve bû jî hat vê derê.
Davutoglu destnîşan kir, wî der heqê Sûriye, Iraq, Qibris û mijarên din de agahî da Serokwezîrê Pakistanê û got ku der heqê êrîşên terorîzm û îslamofobîk de helwesta wî û Şerîf yek e.
Davutoglu bi bîr xist ku ew çend hefte berê ji bo beşdarî meşa li dijî terorê bibe, çû Parîsê û wiha dewam kir:
"Em der heqê misilmanên ku li Amerîkayê hatin kuştin û mizgeftên ku li Ewropayê hatin şewitandin de jî li bendê ne ku hemû welatên Ewropayê û Amerîka heman piştgirî û piştevaniyê bidin. Îro ji bo hemû mirovahiyê li dijî terorîzm, her cure netewperestî, dijminahiya li dijî biyaniyan, meyla îslamofobîk roj roja piştgiriyê ye."
Serokwezîr Davutoglu daxuyand ku Pakistan û Tirkiye wek pêşengên Asyayê di qada navneteweyî de hedefên wan eynî ne, piştgiriyê didin hev û wê vê piştgiriyê dewam bikin.