TBMM
Di Lijneya Giştî ya Meclisê de beriya hevdîtinên li ser Pakêta Ewlehiya Navxweyî şer derket û hin parlementer birîndar bûn. Hat ragihandin ku hevdîtinên li ser pakêtê wê sibê bên kirin.
Parlementerê Mêrsînê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertugrul Kurkçu der heqê şer de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Bi rastî jî êrîşeke pir giran bû, kursiyên hesin avêtin hev. Mîrkûtê Serokê Meclisê li ser singê Aykût Erdogdû xistin, zengil jî li nava serê parlementerekî xistin."
Kurkçu diyar kir di dema rûniştinên girtî de hat xwestin ku bila ji bo nirxandina usûlê destûr bê dayîn lê Cîgirseroka TBMMyê Ayşe Nûr Bahçekapiliyê bersiva vê daxwazê neda û li ser vê jî nîqaş derket.
Parlementerê HDPyê Kurkçu destnîşan kir ku hê jî nîqaş bi dawî nebûbûn dilê Bahçekapiliyê hebû ku ji bo derketina ser kursî destûrê bide parlementerên AK Partiyê û wiha dewam kir: "Cîgirseroka koma me Pervîn Bûldan û parlementera me Sebahat Tûncel li ber kursî sekinîn. Li ser vê parlementerên AKPyî yên mêr êrîşî ser kursî kirin. Piştî ku hevalên me ten dan me jî mudaxale kir û li ser vê jî xirecirê dest pê kir.
"Xwestin ku xeberdana min bibirin"
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mûstafa Elîtaş jî der heqê şerê ku di lijneya giştî ya meclisê de qewimî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku AK Partî û HDP ji bo ku di rûniştina girtî de li ser pêşniyaziya AK Partiyê hevdîtin bê kirin pêşniyazek dan û wiha pê de çû: "Cîgirseroka TBMMyê Ayşe Nûr Bahçekapili ji HDPyê ji bo ku li ser pêşniyazê nirxandin bê kirin gazî Pervîn Bûldana ku Cîgirseroka Koma HDPyê ye kir. Pervîn Bûldan ji bo ku sabote bike xeberneda. Birêz Cîgirseroka TBMMyê jî got: 'Bila ji we yek îmze bike, xeberdin' û li ser vê Hasîp Kaplan çû pêşniyaz îmze kir. Lê Kaplan hat qursî û bi qasî 10 saniyeyan xeberda lê Pervîn Bûldanê Kaplan ji ser kursî kişand. Li ser vê jî Cîgirserokê jî got 'axaftina we qediya û ez gazî Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mûstafa Elîtaş dikim.' Ez jî çûm ser kursî him Sebahat Tuncel û him jî Pervîn Bûldan ji bo ku min ji ser kursî biavêjin hewl dan. Dema ku min dest bi xeberdanê kir hatin bal min û xwestin ku min ji wê derê bînin xwarê û xeberdana min bibirin."
Elîtaş destnîşan kir ku Lijneya Giştî ya TBMMyê îro heya ku pêşniyazên koma biqedin wê bixebite û wiha pê de çû: "Axaftinên li ser pêşniyariyê jî wê19ê sibatê roja pêncşemê bê kirin."
"Muxalefeta me wê bidome"
Cîgirserokê Koma CHPyê Akîf Hamzaçebî, Levent Gok û Engîn Altay piştî ku xebatên xwe yên di Lijneya Giştî ya TBMMyê de qedandin bi şev di saet 02.00an de civîna çapemeniyê li dar xistin.
Hamzaçebî destnîşan kir ku muxalefeta wan a li dijî pêşniyazê wê bidome.
Di vê navberê de li gor agahiyên ku hatin hildan di şer de destê Refîk Eryilmaz birîndar bû û parsiyên Mûsa Çam jî pelixîn.