Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan: "(Êrîşa bi şek ya li ser rêvebirê HDPyî) Ez vê êrîşê şermezar dikim. Ev provokasyonek bû. Em ê pêvajoyê nekin qurbana provokasyonan."
Akdogan wiha dewam kir: "Ez vê êrîşê şermezar dikim. Di paşxaneya vê bûyerê de kî hebe, kî bûbe sedema vê bûyerê divê derxin holê. Ev provokasyon e. Kes nikare xwe bike şûna dewletê."
Akdogan di Komîsyona Plan û Butçeyê ya TBMMyê de, pirsên parlementerên muxalif ên derbarê butçeya 2015an yên li ser saziyên girêdayî Serokwezîriyê û saziyên eleqeder bersivandin.
Akdogan li ser rexneyên wek ku AA derbarê muxalafetê de, nûçeyan çênake wiha got:
"Gava din dema ku me navber da, min li televîzyonê temaşe kir û min dît ku civîna çapemeniyê ya Haluk Koç tê weşandin. Di TRT Xeberê de ev hat weşandin. Piştre Anadolu Agency (AA) vê daxuyaniyê wek nûçe jî weşand. AAyê axavtinên HDPyî, CHPyî û MHPyiyan ên ku li vir axivîn, hemû wek nûçe weşandin. Divê ev bê dîtin. Ma dê ji çi bitirsin? Hûn li vê derê diaxivin û em jî guhdar dikin. Bila hemûyê Tirkiyeyê jî guhdar bike AA jî vê wekî nûçe biweşîne."
-AK Partiyê Pêvajoya Çareseriyê da destpêkirin
Akdogan li ser pirsên derbarê pêvajoyê de wiha got:
"Desthilatdariya AK Partiyê pêvajo da destpêkirin. AK Partiyê bi vebûna demokratîk, bi pêvajoya Yekîtiya Neteweyî û Biratiyê, bi pêvajoya Osloyê ev da destpêkirin. Demokratîkbûn jî aliyekî vê pêvajoyê bû. Herwiha reform, berfirehkirina mafên sereke û geşkirina azadiyê... Di merheleya dawîn de armanc ew bû ku dawî li terorê bînin, terorê bê çek bikin. Di vê mijarê de birêz Serokwezîrê me jî axivî, wekî ku wî jî diyar kir; em xwediyê pêvajoyê ne û em ê pêvajoyê bidomînin. Lê belê ew nayê wê watêyê ku em destûrê bidin û pergal û hizûra kamuyê bê xirab kirin. Di vê mijarê de paşve gav nayên avêtin û çi hewce bike dê bêkirin."
Akdogan got dibêjin di mijara KCKyê de "hûn bi hev du re tevdigeriyan" û me rexne dikin û wiha pê de çû:
"Parlementerên HDPyê zanin ku min daxuyaniyek çawa da. Gelo qet PKK an jî KCKyê gef li we xwar? Gelo carek Qendîl derbarê we de axivî, an daxuyanî da? Ma we qet bi rêya siyasetê zora wan bir? Wekî ku hûn jî dibînin yên ku gefan dixwin, yên ku li wan niheqî tê kirin em in. Hûn jî radibin me ji bo 'hûn bi hev du re tevdigerin' sûcdar dikin. Ev bê însafî ye. Bi rastî dema ez van gotinan dibihîzim xemgîn dibim."