04 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2016
TBMM
Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelîk der heqê xebatên di warê Komîsyona Lihevkirinê da got ku dê di înîsiyatîfa partiya deshelat da nemeşin û wiha got, "Di vê mijarê da teqdîr di destê Serokê Parlementoyê da ye. Birêz Serokwezîrê me dê muhtemelen sibê der heqê vê mijarê da agahî bide birêz serokê meclisa me."
Çelîk piştî hevdîtina Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya li Meclisê daxuyanî da rojnamegeran û got ku der heqê rêziknameya navxweyî da beriya niha mesafeyek hatibû hildan.
Çelîk bal kişand ku armanca deshelatê ew e ku Meclis xebateke bileztir bimeşîne.
Çelîk diyar kir ku di warê polîtîkaya dereke da jî nirxandineke giştî pêk hat.
Li ser pirsa, "Gelo di komîsyona ku dê ji bo Destûra Bingehîn were avakirin da herçar partî jî dê wekhev werin temsîlkirin?", Omer Çelîk got, "Helbet."
Çelîk bal kişand ku jixwe berê jî ev modêla temsîliyeta wekhev hebû û hewce nake ku tu guhertin were kirin.
Çelîk ji bo pirsa, "Hûnê HDPyê tevî pêvajoyê bikin?" jî wiha got:
"Em viya teqez bizanibin; me HDP tevî pêvajoyê kir, lê HDPyê xwe ji pêvajoyê derxist. Sedema wê diyar e ka me çima ewil ji HDPyê randevû xwest û dû re jî betal kir. Me çima ji HDPyê randevû xwest? Ji ber ku ji xelkê me yê ku raya xwe daye HDPyê ra rêza me heye. Me çima randevû betal kir? Bêrêziya rêveberên HDPyî ya dijî Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîrê me yek, a duduyan jî der heqê cidîyeta pêvajoya destûra bingehîn a nû da hinek helwestên wan ên çewt.
Ji ber hindê herwekî ku min got divê di Komîsyona Lihevkirinê da hemû partiyên ku di Meclisê da hene, hebin. Ez binê vî xêz dikim. Ji ber ku welatiyên me ray dane partiyan, her partiyeke ku welatiyên me temsîl dikin, dê di Komîsyona Lihevkirinê da cî bigirin. Lêbelê ji bo ku AK Partî, HDPyê wekî muxatab qebûl bike divê HDP bala xwe bide rêgezên nezaketê û di nava meşrûiyeta siyasî da tevbigere."
Çelîk ji bo pirsa der heqê nîqaşa têkilnebûyîniya parlementeran a di rojevê da jî wiha got, "Em wekî AK Partî li dijî girtina partiyan in. Lêbelê em li ser wê qenaetê ne kesên ku piştgiriyê didin terora ku demokrasiyê û dewleta hiqûqê tehdît dike, divê bi awayekî bedela vê piştgiriya xwe bidin."