Nihat Kavşut
22 Adar 2019•Rojanekirin: 22 Adar 2019
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Dijî gotinên ku rikberî û neyartiyê derdixin û tundî û terorê meşrû dikin înşellah em ê texsîr nekin û bi gotin û tevgerên xwe bertekê nîşan didin."
"Wexta em li bingeha terora nijadperest ya her diçe zêde dibe mêze dikin tê da berpirsiyariya gotinên siyasetmedar û medyaya neyartiya Îslamê, neyartiya biyaniyan û neyartiya penaberan belav dikin heye."
"Tu dîn û bawerî bi tundî û terorê nayê pênasekirin. Aştî di nav û bingehê dînê me yê Îslamê da ye."
"Ji bona pirsgirêkên derdikevin ber Misilmanan û çareserkirina wan di platformên navneteweyî yên piralî da zehf girîng e em bi hev ra bixebitin. Divê êrîşên wiha bi destê mekanîzmayeke di bin banê Teşkîlata Hevkariya Îslamê da baş bên teqîbkirin û qeydkirin û li Rojava û raya giştî her gav bînin rojevê."