BERLÎN
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu wiha got: "Beriya ku yên dinê DÎŞIyê wek rêxistina terorê bibînin, Tirkiyeyê salek berê, di 10ê cotmeha 2013an de DÎŞI wek rêxistina terorê qebûl kir. Di vê mijarê de biryara Tirkiyeyê eşkere ye. Di tekoşîna dijî terorê de helwesta me eşkere ye."
Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier hatin bal hev û piştî hevdîtinê her du wezîran pirsên rojnamevanan bersivandin.
Li ser pirsa "Rêxista PKKyê li dijî DÎŞIyê şer dike. Yekîtiya Ewropayê (YE) wê PKKyê ji lîsteya terorê derxe yan na?" Steinmeier wiha got: "Helbet di raya giştî de carna pirsên wiha tên rojevê. Lê di vê mijarê de ji bo guherandinê helwesta partiya me tuneye."
Çavuşoglu jî li ser heman pirsê wiha got: "Mijara terorê hesas e. Heger rêxistinek li dijî rêxistineke din şer bike, ev nayê wê meneyê ku dê ji lîsteya terorê were derxistin."
Çavuşoglu destnîşan kir ku heta rêxistin dev ji kirinên xwe yên terorîstî bernedin, divê ji lîsteya terorê neyên derxistin û wiha got: "Îro li Sûriye û Iraqê gelek rêxistinên terorê hene. Carna li dijî rejimê şer dikin, carna li dijî hev. Ji ber vê di nav rêxistinan de em terefgiriyê nakin. Beriya ku yên dinê DÎŞIyê wek rêxistina terorê bibînin, Tirkiyeyê salek berê, di 10ê cotmeha 2013an de DÎŞIyê wek rêxistina terorê qebûl kir. Di vê mijarê de biryara Tirkiyeyê eşkere ye. Di tekoşîna dijî terorê de helwesta me eşkere ye."
Li ser pirsa alîkariya çekan a ji bo Herêma Kurdistanê jî Steinmeier wiha got: "Biryara ji bo çekdayînê bi hêsanî nehat hildan. Piştî nîqaşên mezin ev biryar hat hildan. Di serdanên xwe yên li Bexda û Hewlêrê jî min got ku bila ev xelet neyê fehmkirin. Ev nayê wê meneyê ku em piştgiriyê didin Kurdistaneke serbixwe."