Nihat Kavşut
24 Tebax 2019•Rojanekirin: 24 Tebax 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê xebatên ku li Rojhilatê Behra Sipî tên kirin da got: "Rojava gefê li me dixwe. Em guh nadin gefxwarinê. Em heta dawiyê heqên Tirkiyeyê biparêzin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di nîsana 2021an da wê li Bendava Yusufeliyê hilberîna ceyranê dest pê bike.
Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:
"Em ê vê pêvajoyê wisa temam bikin ku dilê her kesî xweş be. Bi xebatan em ê Yusufeliyeke nipînû ava bikin."