24 Tebax 2019•Rojanekirin: 26 Tebax 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona xebatên li Rojhilatê Behra Sipî wiha got: "Rojava gefê li me dixwe. Em guh nadin gefxwarinê. Em ê heta dawiyê heqên Tirkiyeyê biparêzin."
Erdogan çû serdana Yusufeliya navçeya Artvînê û li Meydana Komarê xitabî welatiyan kir.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir di nîsana 2021an da wê li Bendava Yusufeliyê hilberîna ceyranê dest pê bike.
Erdogan destnîşan kir di çêkirina Bendava Yusufeliyê da xelkê navçeyê fedekariyeke mezin kir û wiha got: "Em ê vê pêvajoyê wisa temam bikin ku dilê her kesî xweş be. Bi xebatan em ê Yusufeliyeke nipînû ava bikin."
Serokomar Erdogan der heqê xebatên li Rojhilatê Behra Sipî tên kirin da jî wiha peyivî: "Rojava gefê li me dixwe. Em guh nadin gefxwarinê. Em ê heta dawiyê heqên Tirkiyeyê biparêzin."