ANKARA
Parlementerê HDPyê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder: "Em ê ji bo mixalefeteke erênî xwedî helwest bin."
Li navenda giştî ya HDPyê Parlementerê HDPyê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder li ser navê lijneya partiya xwe daxuyanî da. Onder destnîşan kir ku li gor me hevdîtineke eşkere, şefaf û bikêr çêbû.
Onder diyar kir ku him li ser meseleyên herêmî û him jî li ser meseleyên navxweyî bi hûrgilî sekinîn û got ku me di van mijaran da guman, nêrîn û pêşniyarên HDPyê bi lijneya AK Partiyê ra parve kir.
Onder destnîşan kir ku di hevdîtinê de meseleya koalîsyonê bi tena serê xwe hat nirxandin û wiha xeberda: "Me sê rêgezên xwe yên sereke ên di bin navê edalet, aştî û demokrasiyê da parve kir. Em bi berfirehî li ser van xalan axivîn. Me got ku heger koalîsyona AKP û CHPyê li ser van sê xalan, bi konsepteke li gor rêgezan pêk were, em dikarin mixalefeteke erênî û çêker bikin û helweseteke erênî nîşan bidin. Em ê ji bo mixalefeteke erênî xwedî helwest bin. Birêz Serokwezîr jî him li ser koalîsyonê û him jî li ser meseleyên sereke ku me qal kir, fikr û ramanên xwe got. Me wek rêgez li hev kir ku pêwendiyên me berdewam bikin û qut nebin."