Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Der heqê çekdanîna PKKyê de bangek hewce bike, jixwe bangeke wiha hatiye kirin. PKK çima hê jî çekan dananîne? Ev tablo qet xêra xwe ji aşitiyê re tunene."
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir ku aboriya Îranê ya ku dê bi lihevkirina muzakereyên nukleerê ve rihet bibe herwisa dê bandoreke erênî li ser pêwendiyên Tirkiye-Îranê jî bike.
Berdevkê Serokomariyê Kalin di civîna çapemeniyê ya li Kulliyeya Serokomariyê de rojev nirxand.
Kalin da bibîrxistin ku Serokomar Erdogan wezîfeya avakirina hikûmetê da Serokwezîr Ahmet Davutoglu û wiha pê de çû: "Der heqê avakirina hikûmeta koalîsyonê de hevdîtin didomin û ji îro pê ve tûra ewil a hevdîtinan kuta bû. Biqasî ku dixuyê dê piştî eydê tûra duyemîn a hevdîtinan dewam bike. Emê jî ji nêz ve şopandina xwe bidomînin."
- "Îran cîranekî girîng ê sînorê me ye"
Kalin diyar kir ku rakirina ambargoya li ser Îranê dê bandoreke erênî li ser aboriya Îranê bike û ev jî ji bo Tirkiyeyê rewşeke baş e û wiha dewam kir: "Ji ber ku em hevî dikin ku hem xelqê Îranê û hem jî em, ji hêla pêwendiyên bazirganiyê, emê netîceyeke sûdmend werbigirin. Herwekî ku hûn jî dizanin Îran cîranekî me yê girîng ê sînor e, hevkarekî me yê girîng ê aboriyê ye. Di gelek waran de hevkariya me heye. Aboriya Îranê ya ku bi lihevkirina muzakereyên nukleerê ve dê rihet bibe, em hêvî dikin ku dê bandoreke erênî li ser pêwendiyên Tirkiye-Îranê jî bike."
- Banga Demîrtaş a çekdanînê
Ji Kalin pirsîn ku daxuyaniya çekdanînê ya Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş a ji bo PKKyê çawa dinirxîne, Kalin jî got ku wî daxuyanî dît û hevdîtin û geşedanên îro jî dişopîne.
Kalin got ku di îzahkirina van îfadeyên hevnegirtî de meriv zehmetiyê dikşîne û wiha domand:
"Hûnê hem li aliyekî bêjin, 'Ji bo çareseriyê em li vir in. Heger HDP bikeve Meclisê û ji hêla siyasî ve bihêz bibe, dê hêza xwe bide pêvajoya aşitiyê jî. Dê rê li ber çekdanînê veke' û li aliyê din jî hûnê werin wiha bêjin, 'Na heyran ev kar bi me nakeve, heger em bikin jî kes me cidî nagire, muxatabê vê diyar e.' Kesê ku hûn dibêjin muxatabê wê diyar e, jixwe di sibata borî de ev bang kiriye. Anku der heqê vê de, der heqê çekdanîna PKKyê de bangek hewce bike, jixwe bangeke wiha hatiye kirin. PKK çima hê jî çekan dananîne? Ev tablo qet xêra xwe ji aşitiyê re tunene."