Nihat Kavşut
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2018
TBMM
Serokomar Erdogan: "Em teqawidbûna zû di pergala xwe ya ewlehiya civakî da teswîb nakin, lê di siyasetê da ev rê her dem vekirî ye. Li tu dereke dinyayê temenê teqawidbûnê 38 nîne."
"6,3 milyon kesên di teqawidbûnê da dikevin ber astenga temen hene. Ji wan 1,3 milyon kes dikarin teqawid bibin û yên mayîn jî dikarin daxwaza teqawidbûnê bikin. Maliyeta vê pêşniyazê ji bona welatê me salane 26 milyar lire ye. Dema yên dikarin ji teqawidbûna zû îstifade bikin jî bên hesibandin ev reqem 750 milyar lire ye. Di heyameke ku em şerê aboriyê yê rizgariyê didin da gelo rast e ku em vî barî bidin ser milê gelê xwe? Ez ji gelê xwe dipirsim."
"Me amadehiyên budçeya ewil a pergala rêvebiriya me ya nû temam kir. Em înşallah sibê teklîfa Qanûnan Budçeyê ya Rêvebiriya Navendî ya sala 2019an pêşkêşî Meclisê dikin."
"Ji me ra burokratên ji bo meqamê xwe dikevin fikaran lazim nînin, burokratên ji bo berpirsyariyên xwe bi cî bînin hewl didin, têkoşînê didin û kar dikin lazim e. Kî ji bo ku payeya xwe nede der pasîf bûye bira bizanibe ku li ber çavên me ew kesa ji parçeyên ekîba me nîne. Dema giliyê wiha werin guhê me emê li hêstrên çavê tu kesî mêze nekin."