ANKARA
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenur Îslam bû mêvana Maseya Edîtoran a AAyê û mijarên ku di rojevê de ne nirxand.
Îslamê ji bo karkerên ku di qezaya kana komirê ya li Ermenekê û asê man de got:"Piraniya xebatkarên me yên ku di kanê de mehsûr mane di malbatê de bi tenê ew dixebitin. Em jî li gor vê ketin tevgerê û ji bo ku aboriya malbatan xirab nebe, em ê pereyeke ku nêzî mehaneya karkeran e bidin malbatan. Em niha li ser vê dixebitin."
Îslamê, bal kişand ser mudaxaleyên ku li ser afet û acîlê tên kirin û destnîşan kir ku Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Afet û Acîl ya Serokwezîriyê (AFAD) niha gelek baş e û wiha got: "Em di mijara mudaxaleyên ku li ser afet û acîlê tên kirin de li gor berê gelek başin. Sazîbûna AFADê niha pir baş e lewra ev sazî wek saziya banî hat avakirin."
Wezîr Îslam li ser tundiya dijî jinan jî axivî û diyar kir ku ew ê ji ber tundiya li ser jinan civînekê li dar bixe û di vê civînê de qala zimanê nûçeyan ku divê çawa bê bikaranîn jî bike.
Îslamê axaftina xwe wiha domand: "Di 4-5 salên dawîn de êrîşên ku li ser jinan tên kirin wek bûyerên edlî tên qeydkirin. Ji ber vê jî di destê me de îstatîstîk tuneye. Yanî dema meriv li 4-5 salên dawîn dinihêre dibîne ku di tunduyê de zêdebûn tuneye lê mixabin kêmbûn jî xuya nake. Di tundiya li dijî jinan de zêdebûn tuneye lê ez vê yekê wek wezîrek ji xwe re serkeftin nahesibînim. Divê kêm bibe."
Der heqê xebatên li ser zewacên ku di temenê zaroktiyê tên kirin de jî Îslamê wiha got: "Ji bo vê pirsgirêkê bi rastî jî me hevdîtin û xebatên gelek girîng kir. Ji bo guhertina hin qanûnan, me daxwazên xwe ji Wezareta Dadê re şand û ji bo guhertinan hewl da. Me bi saya xebatên xwe di temenê biçûk te zewac, wek sucê cinsîtî da qebûlkirin û biryarên ji mueyîdeyên van zewacan jî dê li gor xebatên me bên dayîn. Di vê mijarê de li welatê me di qada hiqûqê de kêmasiyeke pir mezin tuneye."
Îslam ji bo keçikên hêj zarokin û tên zewicandin jî bangî malbatan kir ku bila dê û bav zarokên xwe wek eşyayekî nebînin û wiha pê de çû: "Bila bibêjin ez zû zewicîm zû pîr bûm, min tu xêr ne ji xwe ne ji zaroktiya xwe ne jî ji ciwantiya xwe dît. Gelo ji ber çi bila qedera min û qîza min yek be"
Wezîr Îslam piştî civînê avahiya AAyê geriya û der barê xebatên de agahî hilda.