ANKARA
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi têkoşîna 91 salan ve Tirkiye îro bi aborîya xwe, bi rewşa xwe ya demokratîk, girîngî nîşandana xwe ya aştî, mafê mirovan ve li herêmê û di dinyaye de bûye dewleteke binifûs û mînak.
Erdogan wiha nivîsand: "Di salvegera damezrandina 91emîn de ez wek Serokomarekî ku cara ewil bi rayên gel ve hatiye hilbijartin we bi bîr tînim. Rehma Xwedê li hemû şehîd û xaziyan be. Cejna Komarê ya gelê me pîroz be. Rehma Xwedê li we be."
Ji bilî Serokomar Erdogan Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Dadgeha Zagonê Haşîm Kiliç, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Dadgeha Bilind Alî Alkan, Şureya Dewletê Zerrîn Gungor, Endamên Lijneya Wezîran, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Fermandarên Hêzên Hewayî û Bejayî yê, parlementer û hin kesên din beşdarî merasimê bûn.