14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2017
İSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim, beşdarî bernameya bibîranina Ebdulhemîd Xanê 2emîn bû ku ji aliyê Baskên Gencên AK Partiyê li Navenda Kongreya Haliçê li dar dikeve.
Serokwezîr Yildirim: "Înşeallah em ê vê rêxistina terorî ya cudaxwaz a ku serê me diêşîne, vejena me kêm dike, hewl dide ku zirarê bide yekîtî, bihevrebûn û biratiya gelê me; FETOya rêxistina terorî, DEAŞa rêxistina terorî û rêxistinên terorî yên din jî ji rojeva Tirkiyê derxînin."
Serokwezîr Yildirim, li ser bûyerên welatên derdora Tirkiyê got: "Li herêma me mixabin ku bêîstiqrariya ku ev 6 sal in berdewam dike, şerê navxweyî bû sedem ku bi milyonan mirov ji war û welatê xwe bibin. Me 3 milyon birayên xwe, yên sûriyeyî, iraqî hewand, nanê xwe bi wan re parve kir, deriyên xwe ji wan re vekir. Her kes divê vê yekê bizane ku em nanê xwe parve dikin lê em nahêlin ku ev welat parçe bibe."