ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bertek nîşanî Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (YBT) Metîn Feyzîoglû da. Feyzîoglû di merasima 146emîn a salvegera Şûraya Dewletê de axivî. Erdogan jî ji ber ku Feyzîoglû axaftinên siyasî dike bertek nîşan da û got: "Serok 25 deqîqeyî xeber dide tu nêzî saetekê ye xeber didî. Êdî bes e, tu bêedebiyê dikî, axaftina te ji serî heta binî siyasî ye. Ew hemû tiştên ku tu der heqê Wanê de dibêjî derew in."
Di merasimê de piştî Seroka Şûraya Dewletê Zerrîn Gongurê, Serokê YBTyê Feyzîoglu axivî. Feyzîoglû nêzî saetekê axivî û di dawiya axaftina xwe de got "Ez diqedînim, ez diqedînim."
Serokwezîr ji ber ku axaftina Feyzîoglû bertek nîşan da û got: "Serok nêzî 25 deqîqeyan diaxive û tu vaye saetek e xeberdidî."
Feyzîoglû jî got: "Hêrs nebin birêz Serokwezîrê min, ez tiştekî xweş dibêjim, birêz Serokwezîrê min." Li ser vê bersivê Serokwezîr hêrs bû wiha dewam kir: "Êdî bes e, tu bêedebiyê dikî, derew xeberdidî." Feyzîoglû jî ji Serokwezîr re got "Ez çi xelet dibêjim birêz Serokwezîrê min?"
Serokwezîr jî jê re got: "Tu çi xeber didî. Haya te jê heye ku gelo li Wanê çi hatin kirin?"
Feyzîoglû jî axaftina xwe wiha domand: "Em Serokomarê 76 milyonî hildibjêrin. Ez pêşniyaz dikim ku ev Serokomar 76 milyonî hembêz bike û ez dixwazim ku pêvajoya hilbijartinê li gor vê çarçoveyê bimeşe. Ez dixwazim ku pêvajoyeke xweş derbas bibe. Ji tu kesî re min bêedebiyê nekir. Birêz Serokwezîrê min, bi min jî nakeve ku ez ji yekî re bibêjim tu bêedebiyê dikî."
Ji ber vê axaftinê Serokwezîr rabû piya û bertek nîşan da lê Feyzîoglû axaftina xwe parast û destnîşan kir ku di axaftina wî de tu heqaret tuneye.
Serokwezîr berteka xwe bi kesên der dora xwe re jî parve kir û wiha pê de çû: "Axaftineke siyasî dike, tiştekî wiha qet dibe?" Feyzîoglû jî bersiv da: "Tu hebek ji ne siyasî ye, hemû li gor Destûra Bingehîn e."
Serokwezîr jî got: "Ew tiştên ku der heqê Wanê de te got ji serî heta binî derew in."
Serokwezîr tevlî vexwendiyan ve ji eywanê veqetiya.
Serokê YBT Feyzîoglû
Feyzîoglû ji ber berteka Serokwezîr got: "Ez ji tu rayadarekî Komara Tirkiyeyê van bertekan hêvî nakim. Heke hêvî bikim ev komara ku ez lê dijîm ez ê bibînim ku çiqas tund bûye, ji ber vê jî ez ê xemgîn bibim û ez wê demê nikarim di rêya xwe de bimeşim."